Gelek weşanxaneyên serbixwe yên neteweyî û navneteweyî dê îsal dîsa bên gel hev. Fanzîneîsta ku dê îsal cara duyemîn bê lidarxistin de, di beşên îllustrasyon, muzîk, romanên xêzkirî, werzîş, huner û gelek beşên din de berhem bên pêşandan.
Fanzîneîsta dê di navbera 21 û 23’yê nîsanê de li Arkaoda, Tight Aggressive û Tasarim Atolyesi ya Kadikoyê vekirî be. Ji gelek welatan bi giştî dê 135 weşanxane standên xwe vekin û weşanxane herî zêde li ser berhemên ‘bixwe çêke’ radiweste. Di çarçoveya fanzîneyê de dê fîlm bên temaşekirin, gotobêj û konser jî bên dayîn.
STENBOL