Kongreya Îslama Demokratîk li Başûrê Kurdistanê her diçe xwe digihîne bêhtir seyda û mamosteyên dînî da ku di nava civakê de mefhûmeke îslamî ya xweşbînî, jiyana bi hev re ya wekhev û aştiyane bi pêş bixe. Li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bi sedan seyda û mamosteyên dînî bi 16 nûnerên xwe weke delege beşdarî dikin li Kongreya Îslama Demokratîk. Mele Nadir Elî yek ji wan delegeyan e û bi awayekî çalak hem ji bo rêxistiniya Kongreya Îslama Demokratîk û hem jî ji bo li nava civakê belavkirina fikra Îslama Demokratîk dixebite. Li ser kar û barê kongreyê û fikra wî ya li ser Îslama Demokratîk em bi Mele Nadir Elî re peyivîn. Mamosteyî dînî Mele Nadir Elî destpêkê îşaret bi wê yekê kir ku delegeyên wan di nav xelkê de û di nava seydayan de bi tesîr in û bi vê yekê jî hewl didin peyamên xwe ragihînin. Wî serê pêşî îşaret bi Wesîqeya Medîne kir û ew weke yekemîn peymana alema Îslamê bi nav kir û doza rast tefsîrkirina vê peymanê kir.


Seyda, çima Kongreya Îslama Demokratîk pêwist bû? Gelo rêûresma heyî têrê nekir ku silh û aramî şûna stem û zilmê bigirin? 

Çawa di meseleya tefsîrkirina Quran û Hadîsan de ew pirsgirêk heye, di tefsîrkirina vê meymanê de jî pirsgirêk heye; Wesîqeya Medîne xelet hatiye tefsîrkirin. Her civakê li gorî xwe ew şîrove kiriye. Êdî hin ji wan bi navê Îslamê stem dikin, zilmê dikin; bi kirasekî Îslamî tevî ku ne misilman in ser kêmî û şaşiyên xwe digirin. Jixwe duyemîn Kongreya me li Stenbolê bû, bêhtir li ser bihevre jiyanê bû. Bihevre jiyana dîn û neteweyan, bihevre jiyana civakî. Divê em baldar û rêzgir bin ji bo keramet, rûmet û şexsiyeta mirov, hem weke ferd, hem weke civak. Tawanên mezin ew in ku pê mirov tên kuştin, zilm li mirovan tê kirin û malê wan tê xwarin. Çawa ku ne rast e ferdek mal û milkê ferdekî din bike ê xwe, bi heman rengî ne rast e ku neteweyek bi dagirkerî dest deyne ser welatê neteweyeke din. Bi mêvanî yan jî bi spartin dikare were bimîne, lê nabe ku erdê dagir bike, pê re jî zilmê li milet bike.


Wesîqeya Medîne bingehek e ji bo Kongreya Îslama Demokratîk, lê belê erd û welatên Îslamî ji şer xalî nabin û her xwîn dirije. Mirov çawa dikare ji nû ve Wesîqeya Medîne bike bingeheke bi hev re jiyanê?   

Wesîqeya Medînê werçerxeke hem ji bo Îslamê û hem jî ji bo Pexêmber (saw.), lewma beriya wê ji ber bindestiyê, stemkariyê û derkirinê hatiye Medîne, bajar dikeve destê. Lê dema bajar dikeve destê wî, dibêje, ew zilma li me hatî kirin, nabe ku em li mirovan bikin. Êdî çawa cenabê te jî got, ji ber ku desthilatdar dema ji bo zilma xwe bikin yan jî erdan dagir bikin, ayetên dema şer bi kar tînin. Dagirkerên Kurdistanê jî ev kirin û vê dikin, dema bi ser Kurdan de tên ayetên şer bi kar tînin. Bi ti awayî û bi ti rengî, silm, jiyana aştiyane, xweşguzerane çênebûye. Çima? Ji ber ku ew desthilatdarî û sulteya ku armanca wan e, nikarin bi peyamên aştiyê bi cih bikin. Lewma dema ku ew behsa peyamên aştiyê yên Quranê bikin, hingê ew pê mehkûm û gunehbar dibin. Ji ber wê jî ne amade ne guh bidin peyama aştiyê. Ji ber vê yekê jî beşa şer bi kar anîne.

Îslam ji gelek binkeyn jiyanê pêk tê. Di dema aştiyê de aştî, di bergiriya xwe de bergiriya xwe, di dema bexşandina mafan de bexşandina mafan e. Lê belê li pêşiya her tiştî divê di her rewşê de haya me ji mafên wan kesên li hemberî me hebe. Şer jî be divê bi exlaq be; dema êriş tê ser te tu bergiriya xwe dikî, lê piştî ku dijmin şikest, êdî êsîr be nabe tu bikujî, zarok e nabe tu bikujî, jin e nabe tu bikujî, nabe tu malan talan bikî. Herçî em Kurd in, li ser axa xwe em rastî vê zilm û stemkariyê hemûyî hatin. Ha vê carê, hem kongreya me ya li Amedê û hem jî ya me ya li Stembolê ji bo cihbicihkirina, rojanekirina Wesîqeya Medîne bûn. Welatên bi navê Îslamê tevdigerin ên weke Îran, Erebistana Siûdî, Qeter û hwd. Kurd jî di nav de her zilm li miletên din kirine, peyama wan a ji bo ayînên din ên weke Xiristiyan, Êzîdî tinekirin û qirkirin e. Em dixwazin wê peyamê bidin ku em dixwazin bergiriya van diyanet û miletan bikin û ji wan re bibêjin ku ev hêzên ku vê dikin ne Îslamî ne. 


Ji bo Kurdistanê û cîranê wê ez bibêjim, gelek alimên dînî hene; gelo hûnê karibin di demeke nêz de xwe bigihînin wan da ku hûn karibin peyama jiyana bi hev re û aştiyê bi aştiyê bi encam bikin?

Weke miletê Kurd em miletekî bindest in, ji ber wê jî alimên me jî çend zane jî bin zehmet guh li peyamê digirin, lewma tevgera Îslamî ya li vir di nava Kurdan de jî bi destê Îranê, bi destê Tirkiyeyê ye xwe birêxistin dike û heman peyaman belav dikin. Kesekî asayî dema difikire, ev peyama partiya îslamî ya, dibêje, ez nikarim li ber gotina Xwedê rabim. Ew nizane ku wan bi van navên xwe zilm li Xwedê, zilm li dîn û Îslamê kirine. Ew dixwazin bi vî navî xiyanetê, dubereteyî û nîfaqê di nava vî gelê de ava bikin. Lê belê em, hem weke mamosteyên dînî û hem jî weke Kurd neteweya me demeke dirêj zilm û eziyet dît; em naxwazin kesekî din rastî wê azarê were. Em xebata xwe dimeşînin, weke şexs ez çûme el-Ezherê, Libnanê, li gel ulamazan peyivîn, û wan bawerî bi min anî, armanca min ew bû xelkê dibînin li ser vê babetê serwext bikim. 

Em dipirsin, ma gelo ev dîn e ku tu tê welatekî din dagir dikî? Gelo ev Îslametî ye ku tu li Nisêbînê, li Silopiya zarokan di malê de asê bikî, bikujî, gelo ev Îslama tu xelkê bi darve bikî weke li Rojhilat? Ka li kîjan cihê Îslamê cihê vê heye?Her tişt li gorî qeweta xwe ye helbet, dîsa jî ez bang li tevahiya alimên Îslamî dikim, de ka werin hûn behsa dînê xwe bikin û em jî behsa yê xwe. Ka em bi zanin gelo ew Îslam neşîrîn kiriye yan me? Gelo peyama Îslamê ne parastina hemû mafên bingehîn ên mirovan e? Çawa dibe we pişta desthilatdariyên zalim girtiye û pê dinya û axîreta xwe wêran kiriye? Xwezî derfetên me behtir bûna ku em herin bêhtir welatan û bêhtir şexsiyetên Îslamî bibînin da ku vê peyamê bigihînin wan û wan serwext bikin. Jixwe pêşniyaza min ji bo Konferansa Wesîqeya Medîne ya li Amedê û li konferansa Stenbolê jî ew bû em karibin li mekanekî ji bo wan girîng ê wekî El-Ezherê, bang li hemû alimên alema Îslamî bikin û vê peyamê li ser singa wan bigihînin wan. 



Ocalan di Îslamê gihiştiye


Gelo Îslam û fikra Ocalan a neteweya demokratîk li hev dikin?

Projeya birêz Ocalan pirr girîng e, Ocalan baş peyamên Îslamê jî tê gihiştiye. Ew nûxwazekî têgihiştî yê vê serdemê ye. Ew agahdar e ji Îslamê. Li gorî wê jî dixwaze di nava hemû rengê rêveberiyê de hemû gelan bi cih bike. Çawa ku min berê behsa wê kir, weke di Wesîqeya Medîne de, sê taîfeyên Cihûyan, kafir, murşîk û munafiq jî li Medîneyê hene. Misilman hene, jin  hene, mêr hene, ciwan û zarok hene, aşîret lê hene. Ev tevde hatin vexwendin, hatin cem hev, meclîsek danîn û peymaneke bihevre jiyanê çêkirin. Piştî vê jî her çî desthilat û dad e, misliman bi hukmê Îslamê hukm dike, Cihû bi hukmê xwe hukmê xwe dike. Hukmekî zatî heye. Pêxember (saw) ku pêxemberê Xwedê ye, hatiye û ev kiriye. Birêz Apo dixwaze vê tefsîra pêxember (saw) careke din bixe nava gel. Îslam qenaet bi me bike; birêz Apo dibêje, ev peyama pêxemberê Îslamê ye û misilman divê li gorî vê peyamê emel bikin. Ango rêzê ji rêveberiya xelkên din re divê misilman bigirin. Birêz Apo ji ber vê yekê tekîd dike ku mirovahî wê xêrê ji vê bibîne.


LUQMAN GULDIVÊ / SILÊMANÎ