
Bi boneya 11‘ mîn salvegera Viyan Soran ya ku di 2’ê sibata sala 2006’an ji bo tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berda bedana xwe û jiyana xwe ji dest da.
Meclîsa Ciwanên Şengalê bi vê boneyê daxuyaniyek çapemeniyê dan, daxuyanî ji aliyê endama ciwanên Şengalê Ezda Şengalî ve hate xwendin. Ezda Şengalî bal kişand ser komploya Rêberê gelê Kurd û got:”Wekî tê zanîn Rêberê me di 15’ê Sibata 1999‘an de bi destê hêzên navdewletî û hevkarên wan ve bi rêya komployekê hate girtin û radestî dewleta faşîşt a Tirkiyê hate kirin.” Ezda Şengalî diyar kir ku ev 18 sale Rêberê wan di nava tecrît û îşkenceyek giran de ye û wiha pêde çû: “Rêber Apo di nava çar diwaran de, di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ew tim hewl dide ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê û bi siyaseteke demokratîk çareser bike. Lê dewleta dagirker a Tirkiyê tim ev hewldanên Rêber Apo ji xwe re wekî tawîz girt û komplogeriya xwe domand.
‘Emê dîlanê bigerînin’
Hevala Viyan digot, ez ê tu carî bê Rêber Apo jiyan nekim. Banga wê ji hemû mirovahî, jin û ciwanan re ev bû. Wê xwest ji me re bêje xwedî li Rêberê azadiyê Rêber Apo derkevin. Em jî weke ciwanên Êzidxanê komploya 15‘ê Sibatê şermezar dikin û bi ruh û hêza ciwantiyê xwedî banga hevala Viyan derkevin û emê li çiyayê Şengalê bi Rêber Apo re dîlana azadiyê bigerînin.”
ŞENGAL