Ji ber şerê 3 salên dawî yên li Sûriyeyê, Suryanî zehmetiyan dikşînin ku biçin Patrîkxaneya xwe.
Keşayê Dêra Mor Behnam Gabriel Akyuz xwest, navenda Patrîkxaneyê ji nû ve li were Mêrdînê. Akyuz der barê dîroka Patrîkxaneya Suryanî û dêra xwe de agahî da û got, "Ji asla 1293'an û pê ve dêra me veguherî navenda patrîkxaneyê. Patrîkên me ku em wan weke lîderên xwe yên olî dibînin, destpêkê li Antakyayê heta 518 salan, wezîfeya xwe meşandine. Piştre ji ber hin sedeman ji wir bar kirine û li dêr û keşîşxaneyên cuda bicih bûne. Heta sedsala 10'an bar kirine Meletî ji wir çûne Amedê, piştre Meletî û dîsa li Mêrdînê vegeriyane. Di sala 1160'an ev der weke navenda duyemîn hat bikaranîn. Piştî sala 1293'an dêra me bi awayekî fermî bû patrîkxane. Patrîkan Keşîşxaneya Deyrulzafaran û Dêra Mor Behman weke patrîkxane bikar anîn. Vê patrîkxaneya me heta sala 1932'an wezîfeya xwe meşandiye. Demeke dirêj li Mêrdînê dewam kiriye. Û di sala 1932'an de ji Mêrdînê vediqete û diçe bajarê Şam ê Sûriyeyê. Niha ji ber şerê li Sûriyeyê li Lubnanê jî navendeke duyemîn tê bikaranîn. Ev der jî careke din li navenda metropolît vegeriya. Niha ev der weke dêra metropolît derbasî statuya Dêra Suryanî dibe."
Gabriel Akyuz diyar kir ku ew li bendê de Dêra Mor Behnam careke din vegere Patrîkxaneyê û got, "Dil dixwaze Patrîkxaneya me careke din li mala xwe ya kevin vegere. Ji ber ku wê feydeyeke mezin li cih û warên me bike. Ev daxwaza me ye, lê bêguman her tişt bi daxwazê naçe serî. Ev yek biryara dewletê ye. Eger dewlet patrîkxaneyê week saziyeke fermî qebûl bike, weke statuyeke fermî qebûl bike, çima neyê. Wê bifikire ku vegere, beriya her tiştî divê ev pêvajo temam bike."
Gabriel Akyuz ragihand ku eger Dêra Mor Behnam careke din veguhere patrîkxaneyê wê salê du caran hemû metropolît lê bicivin û got, "Wê merasîm pêk werin, Suryanî wê her tim bi vir re di nava têkiliyê de bin. Suryaniyên ji derveyî welat wê hem werin serdana vir hem jî hejmara wan her biçe zêde bibe."
ANF/MÊRDÎN