Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn beşdarî kanala NTV da û bersiv da pirsên nunera Enqereyê Nîlgun Balkaç. Ergîn li ser astengkirina hevdîtinên Ocalan îdîa kir ku Ocalan bi xwe naxwaze hevdîtin pêk bê û diyar kir ku carna hevdîtinê bi malbata xwe re pêk tîne, lê parêzerên xwe re pêk nayne. Wezîrê Dadê Ergîn weha axivî: "Hevdîtinên Oslo´yê dilê min dişewîtîne. Ji ber teror pirsgirêkeke şewat û xirabkar e. Di bo guftugokirina vê mijarê divê em bi siyasetmedaran, endamên çapameniyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl re beyî ku siyaset û demagojî were kirin em li ser bingeheke rast bi her kesî re baxivin... Ez cuhadiyê naxwim navberê û divê Abdullah Ocalan jî tevlî vê pêvajoyê bibe. Navgînên ku vê pirsgirêkê çareser bikin hene. Li gorî şert û mercên hatine guhertin û rewşa heyî saziyên îstîhbarat, siyaset û ewlekariyê wê rûnin û biryarê bidin. Kîjan biryarê bidin wê ew navgîn were bikaranîn. Eger vê nekin ev kêmasiyek e. Ji bo em gel û dewletê ji vê belayê rizgar bikin wezîfeya me ye ku em gavên pêwîst biavêjin."
Destûr nadin hevdîtinê
Hevdîtina parêzerên Ocalan ji 27´ê Tirmehê ve tê astengkirin. Ev 15 meh in serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi sedemên "rewşa xirab a hewayê" û "koster xirabe ye" tê astengkirin.
Berovajî îdîayên Wezîrê Dadê, hevdîtina dawî ya malbata Ocalan di 12´ê Cotmeha 2011´an de pêk hat. Lê piştî vê demê hemû serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê hate redkirin.
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica li ser îdîayên Ergîn diyar kir ku Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin lidarnexistiye û li ber çavên hemû cîhanê li ser muwekkîlên wan tecrîd tê meşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN