Li Başûrê Kurdistanê rêzefilmên Tirkî pir belav in û gelek kes û sazî jî hewl didin ew rêzefilmên hanê werin kêmkirin. Axir Wezîrê Ewqafa Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq jî got ewqas teşwîq û belavbûn bes e û daxwaza danîna sînoreke kir. Piştîwan Sadiq bi nivîseke fermî ji Wezareta Rewşenbîrî re got bila rêzefilmên Tirkî li Herêma Kurdistanê sinordar bike.

Mala milet xera dikin

Wezîrê Ewqafa Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq, di nivîsê de dibêje; “Li gorî lêkolînên hatine kirin yek ji sedemên sereke yên jihev cûdabuna hevseran weşandina rêze filmên dublajkirî yên biyanî ne, bi taybetî jî rêzefilmên Tirkî ku bi hemû rengek durin ji pîvan û exlaqê çanda civaka Kurdewarî.”

Her wiha di nivîsê de tê xwestin tevayî rêzefilmên dublajkirî li ser kanalan werin sinordarkirin û rêzefilmên ku dûrî çand û exlaqa Kurdewarî bin jî bila neyên weşandin.

 

HEWLÊR