Hîna fetwa tê dayîn
Rahmanî da zanîn ku di dema damezrenerê Komara Îramê Humeynî hat desthilariyê, pişte re jin neçar man ku kefiyê bidin serê xwe, partî û rêxistinînên ku ne Îslamî bûn hatin girtin, xwendekar û mamostayên redîkal hatin girtin, hatin darvekirin û der barê êrîşên li ser Kurdistanê de fetwa hatiye dayîn.
Ruhanî guhertin nekir
Rahmanî bi bîrxist ku tevî di ser re 35 sal derbas bûye jî hînê “Fetwe” didome da destnîşan kir ku di çapemeneya Rojava de Hesan Rûhanî di dema hilbijatinên Hezîranê de weke lîderekî modern hatiye nîşandan, lê belê vê îmajê rastî nîşan nedaye û got: “Piştî ku Rûhanî û Hikûmeta wî hat hilbijartin, di warê pêkanîna de ji hikûmetên beriya xwe de cuda nîne, heman zîhniyet û kaarkter digre nava xwe. Wek hêzên Naziyan SS, hêzên ewlehiya rejîma Îranê jî bi awayekî azad li qadan û kolanan êrîşan dibin li ser jin û ciwan û terorê pêk tînin.”
250 hezar girtî
Rahmanî aşkera kir ku bi qasî 4 qatan ji derveyî kapasîteya girtîgehan 250 hezar girtî hene û rojnamevan, nivîskar û rêveberên karkeran bê bingeh hatine sûcdarkirin û cezayê giran li wan hatine birîn. Rahmanî destnîşan kir ku piştî ku Rûhanî hatiye li ser desthiladariyê bidarvekin zêde bûne û zarok jî di nav de 400 kes hatine bi darvekirin.
STOCKHOLM