Gelo qet kesî wêneyê Inunu û Davutoglu dane ber hev û li wî rûçikên wan ên rovîyane nêrîne? Eger nêrîbin, çawa nabînin ku nevî li kalikê xwe çûye? Bi dîtina min qopyayên hev in.
Kêliya behsa dîrokê tê kirin, bi piranî tê gotin ku dîrok xwe dubare nake. Lê bi ditina min ev ne raste û xapandin e. Xwînxwarî, bêbextî û sextekariyên di dîrokê de her hene û di form yan jî awayê cûda de her didome. Wek mînak do kole dihatin firotîn, îro jî hin fîrmayên karkeran difiroşin fîrma û kargehê cûda derketine pêş.
Bi baweriya min xwe dubarekirina dîrokê ya herî balkêş jî di kesayetiyên her du wezîrên karê der ve yê Tirkiyê de, di mirovheziya Kurdan de, di parvekirin û dizaynkirina Rojhilata Navîn de derketiye. Ku mirov vê rastiyê di serada nirxandin û analîzeke kûr re derbaz bike, vê rastiyê bi hêsanî dibîne.
Gava mirov bejn û balên Înunu û Davutoglu dide ber hev, ji ber hevşibîna wan lal û metal dimîne;. Hem jî di her warî de wekî parîyên yek yekîtiyekê ne. Her du jî bejnkurt, serî gilover in, çav hûrik in; awirên wan ên ji her kesî cûda gelek bi guman in. Tipên wan hinek rovîtiyê tîne bîra mirovan. Nêrîn û axaftinên wan jî her wisa.
Înunu di nava leşkeriyê de pijyaye. Gelek caran li qesra osmaniyan maye, dek û dolabên li qesra osamaniyan bi tevahî di xwe de civandiye. Hima bigire di tevahiya jiyana xwe ya leşkerî de tim di karên dek û dolaban de hatiye bikaranîn, serhildanên Selanîk û Yêmenê di bin fermandariya wî de hatine fetisandin, li ku karên tarî heba, Înunu li wir fermandar bû. Dema Enver Paşa artêşê nû dike, vî erkî jî dide Îsmet Înunu. Raporên wi yên li ser Kurdistan, xwerû li ser herêmên Dêrsim û Erzîncanê tê zanîn.
Davutoglu li gor gotinan di nava sîya cemaatê de derketiye pêş, ew jî mîna Înunu bi felsefeya Ebdulhemît hatiye perwerdekirin, ango pişk Înunu. Azmûnê xwe yê herî balkêş û nayê zanîn li Malezyayê bi destxistiye ku dibe DYA jî ji bo perwerdê ev erk dabe wî. Baş tê zanîn ku wî jî demekê dirêj di Akademiya şer de (Harp Akademîlerî) profesorî kiriye. Ango di nava xwedawendên Tirkiyê de maye. Di dema wezîrtiya xwe de herî zêde ji bo pêşî li serkeftinên Kurdan, yekitiya Kurdan girtinê hewldaye. Di mijara Rojava Kurdistanê de hewldan, dek û dolab, xiniziyên di bin serê wî de bi aliyê her kesî ve baş tê zanîn. Dibe ku organîzatorê şerê Serêkaniyê jî ew be.
Birêz Selîm Firat di nivisa xwe ya di bin serenavê „Kocetepe /Kiziltepe“ de têkilî û gotinê Mistefa Kemal û yên Erdogan rûberandiye. Tiştekî gelek balkêş kiriye. Ango wî dubarebûna dîrokê piçek jî be ji bo têgihîştinê bi bi vê nivîsê aniye bîra me. Lê gava mirov li wezîrên wan ên dek û dolaban dinêrîn ev şibîne wek dubarebûnî hê zelaltir derdikeve pêş.
Li pey şerê cihanê ye yekemîn, di dema parçekirina Kurdistan û parvekirina Rojhilata Navîn de fransiz û îngîlîzan tevgera Kemalîst derxistin pêş. Di têkbirina serhildanên Kurdistanê de tiliya wan emperyalîstan heye. Di wê parvekirinê de Îsmet Înunu wek wezîrê karê derve yê tevgera kemalîst li Lozanê li ser parçekirina Kurdistanê bi tevê Fransiz û Îngîlîzan rûnişt. Kemal parlamenterê esil Kurd ên di meclîsa Enqerê de wek birayê xwe dît, pirsgirekên birayên xwe çareserkir û pesendkirina wan stand, bi alîkariya wê pesendê bi Înunu Lozan da îmzakirin, bi wê peymanên Sevr û Mondurosê vala da derxistin. Li pey hemû sextekarî û xiniziyan gihîşte armanca xwe.
Di vê demê de jî DYA û li gel wê fransiz (heftekê berê peymana di navbera Fransa û Tirkiyê de di çapemeniyê de belav bû) li pişta cemat û AKPê ye. Dîsa Rojhilata Navîn jî di nava parçekirin û dizayneke nû de ye. Erdogan jî behsa birayê xwe yên Kurd dike (li gor wî heftê û pênc birayên wî yên Kurd hene), lê netewa Kurd nabîne. Pesenda wan birayên xwe daye destê Davûtoglu.
Ango di vê pêvajoyê de jî Ahmet Davûtoglî wek qopyayekî Înunu, lê bi sextekariyên nû yên global barkirî li çaravêlê cihanê diçerixe. Dîsa dek û dolabên xiniz li ser parvekirina Kurdistan û pêşî li mafê gelê Kurd girtinê dimeşe.
Encam; talûke pir mezin e. Welatên emperyal li pey berjewendî û caşên xwe yên ku dê bikanin berjewendiyên wan biparêzin e. Rovî jî çav li dek û dolabên bêbexte ku bikane wek kemînekê li pêş Kurdan dayne ye. Lê mixabin ku dilê me saf, em bi mirovî û ji bo mafê her kesî difikirin. Eger wê çaxê Hezretê Zerdeş û yan jî Manî jî gotibana; „li jor xwedê li jêr jî ez, kê em nepejirandin serê wan lêde!“ Dê rewşa Kurdan îro li Rojhilata Navîn û cihanê wê cûdatirba.
Wezîrên dek û dolaban Înunu û Davutoglu