WhatsApp êdî bi kurdî ye!
BÎLAL GULDEM
MA / AMED
Di warê teknolojiyê de pêşketineke din li Kurdî zêde dibe. Sepana peyamşandinê û lêgerandinê ya navbera platforman WhatsApp Messenger ya ji bo telefonên biaqil êdî bi Kurdî ye. Naveroka hemû beşên WhatsAppê bi Kurdî hat amadekirin. Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi Kurdî bi kar bînin, dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe. Yek ji hezkiriyê zimanê Kurdî, Gernas Nenas ê ku di warê amûr û vîdeoyên teknolojiyê li ser Kurdî dixebite demek dirêj bû ji bo ku WhatsAppê wergerîne Kurdî dixebitî û vê xebata xwe temam kir.
Di mehekê de çêkir
Gernas Nenas bi qasî mehekê dema xwe da ser çêkirina WhatsAppa Kurdî û bi sepana bernameya bi navê APK Edîtor a di telefonê de çêkir.
Nenas anî ziman ku zimanê Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye, ew zimanê nivîsandin û xwendinê ye jî û wiha peyivî: “Pirr fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanekî din bi kar tînin. Lewma min xwest êdî WhatsAppa Kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî, lê bersiva erênî nedan. Xwe nedan ber WhatsAppa Kurdî. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piştî ku min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin, ez wê li ser malperekê amade dikim.”
Nenas destnîşan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera http://teknistan.com/ belav bikin.