Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Çuçanî têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê got; “Dewleta Tirk a dagirker Kurdekî lewaz, xwefiroş, noker û Kurdistaneke parçe parçeyî dixwaze. Ji bo wê divê tevayî hêzên Kurdan bibin yek û li dijî vî dijminê zalim derkevin.” Her wiha Çuçanî got, Diyar Xerîb em fêrî Kurdayetî kirin û em ê şopdarê xeta wî bin.

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Çuçanî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û rola Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb (Helmet) di avakirina yekitiya netewî de axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Mihemed Çuçanî êrîşên dewleta Tirk li ser Qendîl û Xakûrkê şermezar kir û got; “Dewleta Tirk xelkê sivîl qetil dike. Ji ber wê yekê em van êrîşan şermezar dikin. Em li ser xak û welatê xwe ne. Dagirker me li ser xaka me qetil dikin. Gelê me li ser sînor mijûlî xwedîkirina sewalane, ew bê gunehin, lê têne qetilkirin.”

Gelê me xwedî hezaran Helmetî ye

Têkildarî şehîdxistina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) jî Mihemed Çuçanî got; “Dewleta dagirker a Tirk şoreşgerê gelê me Diyar Xerîb kirin armanc û şehîd xistin. Lê divê dost û dijmin vê yekê baş bizanin, gelê me xwediyê hezaran Diyar Xerîbane û dikarin mîna wî pêşengtî ji gelê me re bikin.”

Di dewama axaftina xwe de têkildarî rola şehîd Diyar Xerîb a ji bo pêkanîna yekitiya netewî jî Mihemed Çuçanî wiha axivî; “Hemû hewildanên Diyar Xerîb ji bo yekgirtina gelê Kurd bû. Li gorî wî Kurd hemû birayê hevbûn. Ji ber ku xwedî taybetmendiyek wisan bû dijmin ew kir hedef. Ji ber ku dewleta Tirk Kurdên mîna wî naxwaze ji bona wê xistin hedef.  Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, ji ber ku naxwaze Kurd xwedî hêz û yekgirtîbe. Dewleta Tirk Kurdekî lewaz, xwefiroş, noker û Kurdistaneke parçe parçeyî dixwaze.”

Divê em yekgirtî bin

Di dirêjiya axaftina xwe de Mihemed Çuçanî da zanîn pêwîste berpirsên Kurdan hewil bidin ji bo yekgirtinê û wiha got; “ Ger em yekgirtî bin rê nadin kesek zilmê li me bike. Ger xwedî yek hêzê bin, em ê bikarin ew destê ji bo dagirkirina xaka me dirêj dibe bibirîn. Dijmin her tim dixwazin di nava Kurdan de kesên xwefiroş hebin. Bi zanabûn hinek Kurdan dixe bin destê xwe ji bo tevlîheviyan di nava Kurdan de çêke. Ger serkirdeyek xemxwerê gelê Kurd hebe, dijmin hemû hewildanan dike ji bo ew serkirdeyê Kurd nehêle. Ev yek jî bi rêya kesên xwefiroş dike.”

Bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê

Mihemed Çuçanî bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir û got; “Diviya bû hikûmeta herêmê bi çavê bavitî li gelê xwe temaşe bikira, gotiba ev xelkê ku tê kuştin û dibin qurbanî xelkê mine, bila herî kêm van êrîşan şermezar bikira. Ji ber bê helwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê xelkê herêma Biradostê xwe birêxistin kirine û bi xwe parastina xwe dikin. Ev yek jî cihê serbilindiyê ye. Ji berku erkê her Kurdekî ye dema dijmin êrîş bike, ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bike.”

HÊJA HELEBCEYÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ