Hevserok û parlamenterên HDP’ê ji bo beşdarî Nobeta Wicdan û Edaletê ya li Parka Yogurtçu bibin, doh tevî astengiyên polîsên Tirk jî xwe gihandin Parka Yogurtçu. Nobeta Wicdan û Edaletê ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) piştî ku pêr li Amedê bi dawi bû doh li Parka Yogurtu ya Stenbolê dewam kir. Beriya nobet dest pê bike polîsên Tirk dor li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê girt. Polîsan ji serê sibê ve bi bariyerên hesinî dor parkê girt. Rêveberên HDP’ê yên hatin parkê jî rastî astengiyên polisan hatin. Polîs destûr neda HDP’yî û welatî bikevin parkê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay û 12 parlemanterên HDP’ê jî ji bo beşdarî nobeta parkê bibin, ji avahiya HDP’ê ya Kadikoyê meşiyan parkê. Hevserok û parlemanter bi pankartên “Mafê kedkaran nayê desteserkirin” û “Destketiyên jinan nayên desteserkirin” hilgirtin. Komê bê navber silogana “Heq, hiqûq û edalet” got. Nobeta Wicdan û Edaletê bi civîna Koma HDP’ê ya Meclîsê dest pê kir.
Ji gel û HDP´ê ditirsin
Hevseroka HDP´ê Kemalbay bal kişand ser nobeta Amedê û got, “Ji nobeta ku me li Amedê da destpêkirin ewqas tirsiyan ku bi barîkatên hesinî xwestin me ji gel qut bikin. Hûn çima ditirsin HDP bi gel re bê cem hev. Erdogan li her derê mîtîngan li dar dixe. Lê dema ku HDP be, li hemberî me derdikevin. Dorê li me digirin. Piştre dibêjin, gel naçe civînan. Em meraq dikin, hûn piştî evqas derewan bi şev çawa radizên. Ev hewldan pûç e. Piştî 7’ê Hezîranê hûn çi dikin bikin, vî gelî bersiv da we.”
Hûn ê bi ser nekevin
Kemalbay got, wan hemûyan di têkoşînê de berdêl daye û wiha dewam kir: “Heta ku faşîzmê bidin rawestandin, daxwaza gelên Tirkiyeyê ya azadî, aştî û demokrasiyê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dest bidin hev û bi hev re têbikoşin. Ev têkoşîna jinan, ciwanan, gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo demokrasî bê vî welatî tê dikoşin. Mineta me li kesekî nîne. Li dijî yên ku dixwazin me bi birçîbûnê islah bikin, em ê nanê xwe parve bikin. Heta ku em cîhaneke nû ava bikin, em ê destê xwe bidin hev. Me dest bi berxwedaneke demdirêj kir.”
STENBOL