Her huner li gor xwe xwedî wijdaneke taybet e. Hin hunermend bi jiyan û berhemên xwe dibin wijdanê hunera xwe. Ji bo sînemayê jî mirov dikare gelek derhênerên bi wijdan rêz bike lê li gor min derhênerê herî bi wijdan Ken Loach e. Beriya her tiştî mirov dikare bibêje ku Loach sînemagerekî rewşenbîr e û xwedî bîr û bewerî ye. Loach, her tim li dengê wijdana xwe guhdar kiriye û xwe ji rastiyê re kerr nekiriye. Loach tu car dilê rastiyê neşikandiye û ew neêşandiye. Sînemaya wî tu car neketiye bin xizmeta serdestan berovajî vê yekê ew li hember serdestan sekneke rewşenbîrî nîşan daye û bi berhemên xwe hişmendiya serdestan bi awakî tund rexne kiriye. Bi huner û fîlmên xwe tu car serî netewandiye li ber serdestan. Wî her tim dengê dilê civakên bindest di dilê xwe de hîs kiriye û li gorî wê hunereke bi wijdan pêkaniye. Di fîlmên wî de nêrîneke çînî serdest e û wî di fîlmên xwe de her tim mafê karkeran parastiye. Ji xwe ji ber vê nêrîna çînî û şêwaza wî ya sînemayê Loach, wek “derhênerê çîna karkeran” tê pênase kirin. Ji lewre Loach, li hember neheqî û zordestiyê karakterên serhildêr afirandine û hemû fîlmên wî bûne qelbên civakên bindest ango hatine hezkirin. Ez bawerim Adorno bû wiha digot, “Êdî heger mirov xwe li mala xwe jî, wek ku qet ne li mala xwe be hîs bike ev mijareke sincî ango exlaqî ye”. Bêguman rewşenbîrek tu car ji bo otorîte û serdestan xizmetê nake. Ev yek ne tiştek exlaqî ye. Ji xwe jiyan û huner jî bê exleq ango etîk nabe. Loach, li mala xwe jî xwe rehet hîs nake, ji lewre rewşenbîrek li vê dinyayê bîyaniye û mişext e. Cih û warekî mayinde ji bo wî tine ye ji ber ku hemû cîhan bi xwe mala wî ye. Li kuderê zilm û zordarî hebe ewder mala wî ye, qada serhildan berxwedana wî ye. Bêdengiya li hember zilmê bêexlaqiya herî mezin e. Hunermendek an jî rewşenbîrek divê tu car li hember zilmê bêdeng nesekine û divê her tim rastiyê vebêje. Tiştê ku hunermend dike hunermend ev bertek û helwest e. Pêwîst e hunermendek divê karibe di nav şert û mercên herî dijwar de jî heqîqetê vebêje û xwe paşve nekişîne. Ji ber hindê Loach, derhênerekî bi exlaq e û wî tu wextî xwe paşve nekişandiye. Loach, bi sînemaya xwe her tim piştgirî daye kesên bindest û xwe ji vê yekê jî berpirsyar dîtiye. Ev yek ji xwe re wek peywîrek dîtiye. Dîsa bi fîlmên xwe her tim serdest aciz kirine û ew biçûk xistine. Ji ber van sedeman Loach, wijdanê sînemayê ye, tu caran hunera sînemayê li gor berjewendiyên bûrjûwayan bikarneaniye!
Çend roj berê li bajarê Londra’yê yê Brîtanya xelatên fîlman hate dayîn. Çewa ku tê zanîn her sal li Brîtanya xelatên BAFTA (Xelatên Fîlman Yê Akademiya Brîtanya) yê tên dayîn. Loach bi fîlmê xwe yê bi nav “I, Daniel Blake-Ez, Danîel Blake” ji bo îsal xelata fîlmê herî baş yê Brîtanya wergirt. Piştî ku Loach xelat wergirt dîsa wêrekiya xwe nîşan da û hikûmeta Brîtanya rexne kir û ji bo pêşerojê gotinên hêvîdar rêz kir. Loach, got ku hikûmeta Brîtanya, li hember kesên xizan ku nikarin xwe biparêzin zêde xedar tevdigere û wan diêşîne. Loach, ev nêzîkatî wek şermeke mezin binav kir û ji bo sînemayê jî ev tişt gotin, “Fîlm dikarin gelek tiştan pêk bînin. Dikarin me bikenînin, bitirsînin, me bibin cîhana xeyalan û dikarin di derbarê dinyaya rast de ji me re qala tiştan bikin. Çewa ku tê zanîn li vê dinyaya rast her tişt ber bi xeterebûnê ve diçe. Li hêlekê dewlemend û kesên bi hêz, kesên xwedî mal û milk û xwedî îmtiyaz, şîrketên mezin û sîyasetmedarên ku li gel van şîrketan disekinin, li hêlekê jî ciyê ku em lê disekinin têkoşînek dest pê dike. Û sînemager, sînemagerên rast û dilsoz, ew dizanin bê ka ew ê di vê têkoşînê de li gel kî bisekinin. Her çiqas em di van organîzasyonên bi xeml yên bi heybet de cî bigirin jî, bila neyê jibîrkirin em li gel heval û hogirên xwe ne”. Hunermendê jidil tu car ji bo xelatan bejna xwe li ber serdestan natewîne û kesayeta xwe binpê nake. Pêwîst bike rastiyê li nav çavên wan dinêre û dibêje. Loach jî ev yekê kir û hikûmeta Brîtanya ji ber pêkûtiyên wê şermezar kir. Lê em dibînin ku li Tirkiyê û her wiha li gelek welatên din pêkûtiyên ji hikûmeta Brîtanya dijwartir û kirêttir hene lê hunermend dernakevin û tu tiştî nabêjin. Hêlên van hunermendan yên rewşenbîrî qet tune ye û ew di mala xwe de xwe gelek aram û bextewar hîs dikin! Xwe ji rastiyan re kerr dikin û bêdengiyê dipejirînin. Ev jî şerma wan hunermendaye û divê ev nêzîkatî werin rexne kirin. Mînak li Tirkiyê di demek nêz de Şener Şen (ku em ewqas jê hez dikin) ji destê hikûmeta niha xelatek wergirt lê du gotinên bi tîn negot û axavtineke pir şêlû kir. Qet wêrek tevnegeriya û xwe kire qurbanê xelatekê! Halbûkî dikaribû şerma hikûmeta AKP ê ku her gav û biryarên wan kirêt e, şermezar bikira û wek hunermendek bertek nîşan bidaya, lê mixabin tiştek bi vî rengî çênebû.
Sînema dikare bibe wijdanê civakê. Sînema dikare bibe qelbê kesên bindest. Hunermend jî dikarin bibin dengê rastiyê û heqîqetê vebêjin. Sînemagerên bi wijdan dikarin bi fîlmên xwe çalakiyên bi wijdan pêkbînin. Çewa ku Loach jî dibêje berxwedan û têkoşînek nû dest pê dike. Gelo li hember dewlemend û zordaran dê sînemager xwedî helwest û exlaqek çawa bin? Sînemagerên rast û dilsoz dê xwedî li vê berxwedan û têkoşînê derkevin an na dê ji destên serdestên xwe xelatan wergirin û xwe bixapînin. Ev pirs li ber sînemageran wek pirsên dijwar disekinin. Pêwîst e sînemagerên dilsoz bi xeml û rewşa organîzasyonên bi heyebet nexapin, huner û kesayeta xwe ji bo xelatan binpê nekin. Loach, riya rizgariyê nîşanî me dide û ciyê ku em lê bisekinin jî ji me re dibêje.
Pêwîst e mirovên hişmend hinek bizirav bin û wijdanê xwe kerr nekin! Pêwîst e rewşenbîr xwedî helwest û bertekên bi wate bin. Sînemaya Loach ji ber vê yekê xwedî nirx e û em li ber fîlmên wî rêz digirin. Loach wek sînemagerekî tu car sînemaya xwe kerr nekir û hemû dîmenên wî bi wijdan bûn. Loach ji ber vê yekê wijdanê sînemayê ye, rihê karker û bindestan e.