Salîh Yildiz ê ku li Bazîda Agiriyê dijî di 2007’an de nasnameya xwe winda kir. Piştî nasnameya xwe winda kir îlana windahiyê da rojnameyan. Pişt re ji xwe re nasnameyeke nû derxist. Lê belê kesên ku nasnameya kevn dîtin li ser nasnameya Yildiz karên dijzagonî kir û serê Yildiz xistin nava belayê. Yildiz du caran hate binçavkirin û derbarê wî de lêpirsîn hate vekirin. Ji ber vê rewşê di 28’ê tirmehê de bi dehan leşkeran bi ser mala wî de girt û ew binçavkirin.
Di binçavan de bi îddîaya „Ji bo PKK’ê pere komkirin“ pirsên ‘wêneyên te yên mobese yan û fotokopiyên nasnameyên ku ji bankayan re daye’ hate pirsîn û wekî delîl hate nîşandandan. Yildiz, diyar kir ku kesên nasnameya wî bikar tînin wêneyên xwe li ser nasnameya wî xistine û li ser navê wî karên dijzagonî dike. Yildiz, da zanîn ku di destê polîsan de wêne û fotokopiya nasnamê heye, lê derbarê rewşa kesê ku nasnameyê bikar tîne de tu lêpîrsinek naye kirin. Yildiz, destnîşan kir ku tenê sûcê wî windakirina nasnameyê ye û wiha got: „Min qet ne bihîstîye ku PKK bi tehdîdan ji gel pere komkirîye. Nedîtina berpirsyarên bûyerê min difikirîne“
Derbarê mijarê de serlêdana sûc kir
Yildiz, derbirî ku polîs dikare wî bibînin, lê kesê ku li ser navê wî pereyan kom dike nabînin û wiha bertek nîşan da: Ji ber ku polîs wî kesê li ser navê min ji gel pereyan kom dike nabîne min dixe nava fikaran. Min der barê wî kesê ku li ser navî min pereyan kom dike serlêdana sûc kir. Ezê herim dozgeriyê û hertişt biaxifim. Ji ber vê xeletiyê ne aramiya mala min maye û ne jî ez dikarim razêm. Rojek zûtir dê ev bûyer zelal bide.“ Yildiz diyar kir ku heta îroj carek li Bazîdê carek jî li Stenbolê nasnameya xwe winda kiriye. Li ser nasnameya wî li Şirnexê 10 hezar TL ji bankayek hatiye kişandin û disa bi wî nasnamê li Îdirê jî ji bankayê 10 hezar TL hatiye barkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî. „Ji ber vê bûyerê li gund aramiya min nema ye. Polîs û cendirme tên ber deriyê me û em bi xof in. Ger ku Miduriyeta Polîsan li ser vê mijarê radiwestin, wê demê bila rast lêkolînê bikin. Polîs bixwazin vê mijarê ronî bikin dikarin ronî bikin.“
ARARAT ARAS/DÎHA/AGIRÎ