Tenê bûyer û nûçeyên şeva din nîşan didin ku kişika li ser erda Rojhilata Navîn çiqasî guherbar e. Jixwe, twît an jî wîtewîtên serokê Emerîkayê êdî nahêle kes rakeve. Lê tevî vê, ambargoya Emerîkayê ya ji bo Tirkiyê û hevpeyvîna Trump bi general Mazlûm Ebdî re mohra xwe li şeva din da. Ji bilî vê, li ser lihevkirina rejîma Şamê û Rêveberiya Xweser eskerên Sûrî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Herçiqasî hin hêzên koalîsyonê li hin deveran xwe bêzar kirin jî eskerên Sûrî derbas bûn. Di hinek nûçeyan de me dît, li aliyê Minbicê eskerên Rûsyayê li çeteyan dane. Lê ji van agahiyan bi temamî em piştrast nînin. Lê nûnerê taybet ê Pûtîn, Lavrentyev daxuyakirin ku ew bi aliyan re rûniştine û ji bo dagirkeriya dewleta Tirk jî got, nayê qebûlkirin. Ji ber ku ne hêzên koalîsyonê û ne jî Rûsyayê heta nivîsandina vê gotarê jî qada hewayî li balafirên dewleta Tirk negirtine. Bêguman ev jî cihê pirsê ye; ka Emerîkaya ewqasî xwe ji dewleta Tirk aciz dike çima qada hewayî nagire. Li gorî hinek qelemşorên Rûs dibêjin, Moskov dixwaze Kurdan hinekî biêşîne. Erê, Kurd jî bûne belengazên cîhanê, kî nikaribe bi kê, ji cihê xwe radibe û tepekê li nava serê Kurdan dixîne.

Ez bi xwe ev sê çar sal in, dibêjim, di navbera Emerîkayê û dewleta Tirk de şerekî ne îlankirinî heye. Hinek komikên ´Avrasya´perest an jî Ergenekonî kengî xwestin ji Emerîkayê berê xwe bidin Rûsya û Çînê, nakokiya herdu dewletan mezin bû. Dewleta Tirk bi mîzansena 15´ê Tîrmehê darbeyeke mezin li hêza Emerîkayê ya hundirê Tirkiyê da. Ji van nakokiyan Rûsyayê sûd wergirt û têra xwe dewleta Tirk bi aliyê xwe ve kişand. Îca, ez wilo bi xetên stûr di ser re diçim û bi serpilkî qal dikim, lê gelek hûrgulî û teferûatên mijarê hene. Lê kurtûkurmancî ya diqewime ew e, dewleta Tirk li herêmê doza hegemonyayê dike. Di vê doza xwe de mîna kalên xwe Osmaniyan bi hêzên çeteyan tevgeriya û vê jî kir ku dewleta Tirk a di nava NATO´yê de bibe hêzek bi armancên NATO´yê re bikeve pozîsyoneke xirab. Emerîkayê di çarçoveya NATO´yê de gelekî ji Tirkiyê re kiriye û nikare hezim bike ku dewleta Tirk wisa wê bi carekê bide aliyekî û hesabê wê neke. Îca, vê nakokiya wan herî zêde xwe di meseleya Kurd de nîşan da. Ji vê ye, Kurd hinekî diêşin an jî di rojên zehmet de ne. Lê kes bila xeman nexwe, ji sedî sed Kurd wê bi ser bikevin. Ji ber ku ev faşîzma li ser serê Kurdan, êdî cîhan giş wê dibîne û jixwe di rapora Trump de jî weke rejîmeke sûcên mirovahiyê dike, tê pênaskirin. Ez dibêjim qey hinekî rewşa Sedam Husên û Iraqê tîne bîra mirov. Ez zêde bi vê mijarê danekevim û diyar e ku wê hê guhertinên bi lez bibin.

Hêzên rejîma Şamê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Naveroka hevdîtinan hinekî di çapemeniyê de eşkere bû. Li gorî Aldar Xelîl ya di navbera wan û rejîmê de lihevkirin e, ne peyman e, û tenê di warê parastina sînoran de ye. Salih Muslim jî got, Rûsyayê soz daye, wê meydana hewayî li Tirkiyê bigire. Axirr, eskerên rejîmê ketin Rojavayê Kurdistanê. Hinek kom bi vê serxweş bûn, ala rejîmê hildan û heta hinek karmendên wê xwestin bikevin hinek saziyên Kurdan, lê welatparêzan destûra vê yekê neda. Li Bakurê Kurdistanê jî dewleta Tirk ket şaredariyan û ala xwe bi her derê ve dakir. Ev jî tirsa bi nava dilê dagirkeran ketiye, nîşan dide. Lewma diranên xwe li her kesî diqirçînin. Belkî ji vê ye, û mîna ev dîtibe, Başûrê Kurdistanê jî di nava tevgerê de ye. Me heta niha çi digot, Başûr guhê xwe nedidayê û muhbeta xwe bi dewleta Tirk re dewam dikir. Lê ev çend roj in, mîna ji xew hişyar bibin û veciniqî bin, qala êrişkariya dewleta Tirk dikin û heta dibêjin, piştî Rojava dor wê ya Başûr be. De Xwedê bi xêrê bigerîne û yekîtiya di nava gelê Kurd de geş bûye, bi siyasetê tacîdar bibe.