Space Force a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, balefira xwe ya fezayê X-37B ji Florîdayê pêr ji bo wezîfeya wê ya 6´an a pêderxistina sirran serketî firand. Ev balefira hanê li ser roketeke United Launch Alliance Atlas V hat firandin ji baregeha Hêza Hewayî ya li Cape Canaveralê. Ji ber rewşa hewayê ya ne guncaw firandina vê balefirê 24 saetan hatibû paşvexistin. Wezîfeya tam a X-37B’yê sirr e, lê rayedaran eşkere kir ku tê de gelek ceribandinên sîstemên cihê hene ku wê li fezayê bên ceribandin. Yek ji van ceribandinan peykeke hûrik a bi navê FalconSat-8 e, wekî din wê li tesîra radyasyonê li ser madeyên cihê, çandiniya li fezayê jî hin lêkolîn bên kirin.
NEW YORK