Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê li taxa Eşrefiyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEVDEM) ji bo danasîna namzetên bajêr şahiyeke taybet li dar xist. Şahiya ku bi beşdariya 5 hezar kesî dest pê kir, bi rawastandina deqeyekê li ser giyana tekoşerên ku jiyana xwe ji dest dane berdewam kir.
Di şahiyê de Endamê Koordînasyona TEVDEM Ferhad Derîk li ser girîngiya sazkirina ‘Meclîsên Gel’ axivî û got: “ EV Meclîsa gel li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin. Ji bo vîna gelê Kurd li vê parçeyê derbike holê. Dive em meclîsên xwe avabikin. Hêzên dagirker bi sîstema ne edal gelê me bi rê ve biriye. Lê ji vir û pê de gelê Kurd wê rê nede vê yekê. Vîna gelê Kurd ne hatiye nasnekirin, cara yekê li gelê Kurd wê vîna xwe bi xwe hilbijêre. Em hemû gelê Kurd, di 21 û 22 vê cotmehê de vedixwînin ser sandiqan û dengê xwe bi awayekî azad bikaribin dengên xwe bi kar bînin. Wê dengdayîn saetên sibê saet 9.00 dest pê bike û roja din derngiya şevê bi dawî bibe”.
Piştî endamê koordinasyona TEVDEM’ê gotina xwe bi dawî kir. Hate ragihandin ku wê li seranserî bajarê Helebê li 35 navendan Sandoqên hilbijartinê danin. Jiwan li Taxa Eşrefiyê we 3 sandiq bên dayîn jiwan: 1- li ber camiya Seheheddin.2- li li nêzî Dibistana Yunus Sebhawî. 3- li konalan bîst li ber deriyê reş.  Li taxa Şêx Meqsûd Xerbî, li taxa Şêx Meqsûd Şerqi dê bi giştî 6 sandiq werin danîn. Li taxên rojhilatên Helebê wê 4 sandiq werin dayîn, li herêma Babê ku dikeve rojilatê Helebê wê 7 sandiq werin danîn
Gelê Kurd wê di roja în û Şemiyê ku dikeve 21-22 vê mehê di saet 9:00'an de sibehê de biçe ser sandiqan û bi vîna xwe ya azad nûnerên xwe hilbijêre.

Di şahiyê de hunermendên weke Niyazî, Îmad Beşîr û endamên Koma Agirî û Koma Rojda amide bûn û her yek ji wan bi stranên xwe yên şoreşgerî coşa şahiyê zêde kirin. Her wiha di şahiyê de alên TEVDEM, PYD û posterên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “ji Kurdan re Xweseriya Demokratîk û ji Sûriyê re Demokrasî” hatin gotin.

ANF/HELEB