Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  Ebdullah Mele Nurî têkildarî serhildana 26’ê Çile ya xelkê Şêladizê ya li dijî baregehên dewleta Tirk, helwêsta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dijî serhildanê û pêngava binçavkirin çalakgeran, axivî.

Ebdullah Mele Nurî serîhildana xelkê Şêladizê pîroz kir û got, “Serîhildana Şêladizê daxwaza xelkê Kurdistanê nîşan dide. Lazim e ev serhildan li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê berfireh bibe. Li cihê ku dagirkerî heye, divê serhildan pêk werin.”

Ebdullah Mele Nurî bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got, “Sedema hebûna Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê çi ye? Jixwe, berê PKK nebû, ew hêz hatine wir. Li Rojavayê Kurdistanê metirsiyek cidî li ser Tirkiyeyê nîne, lê ji ber çi Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir? Ji ber çi Tirkiyeyê Efrîn dagir kir? Ji ber ku dewleta Tirk Kurdan ji xwe re tehlûke dibîne.”

Piştî serhildana Şêladizê ku gelê herêmê li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê dabû destpêkirin, Asayîşa Dihokê hêzeke mezin şandibû herêmê û gelek kes destgîr kiribûn. Li ser girtinan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar axivî û got, ew van pêkanînên hikûmeta Hewlêrê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.  Akar di heman nirxandina xwe de careke din gef xwarin li destketiyên Kurdan û Rojavayê Kurdistanê, û got, “Dema şert û merc bên amadekirin, em ê li Minbic û rojhilatê Firatê jî tişta pêwîst bikin.” Balkêş e ku Hulusî Akar di nirxandina xwe de careke din dijberiya xwe ya li dijî statuya Herêma Kurdistanê jî anî ziman. Tevî ku di destûra bingehîn a Iraqê de bi awayekî fermî “Herêma Kurdistanê ya Federe” hatiye naskirin jî, Akar gotinên, “Bakûrê Iraqê bi kar anîn”.

 

ROJNEWS/ŞÊLADIZÊ