Belgefilma Xalko, ya Samî Mermer di kanala televîzyona online ici.tou.tv de hat weşandin û mişteriyên kanalê dikarin li filmê kengî bixwazin temaşe bikin. Di filmê de behsa jiyana li gundekî Kurdan ê li Anatoliya Navîn tê kirin. Zilamên gund ji bo ku karibin debara xwe bikin hemû koçber bûne. Film berê awirên xwe hem dide ser koçberiyê û hem jî xwegirî û berxwedêriya yên li gund dimînin. Fil, 100 deqîqeyan dirêj e. Sala 2018’an bi fînansmana dewleta Kanadayê hat çêkirin. Hilberînerên filmê Samî Mermer û Hind Benchekroun in. Belgefilmê di gelek festîvalên filman ên li Ewrûpayê de par û îsal xelat wergirtibûn.

 

QUEBEC