FETHÎ BALAMAN / MA/AMED
Li Sûrê, Midûriyeta Herêmê ya Weqfan jî di nav de 22 hîsedarên Xana Borsayê hene û ji ber ku hîsedar li hev nakin, xana dîrokî hindik maye xera bibe.
Xana Borsayê a li Taxa Dabanoglû ya Sûra Amedê, ji ber ku nehatiye restorekirin, hindik maye xera bibe. Di nav gel du navên xanê hene; Xana Borsayê û navê kuçeya lê ye “Çîfte Han”. Nayê zanîn kê ev xan çêkiriye, lê tê gotin, di sedsala 16’an de hatiye çêkirin. Xan, bi kevirên reş û spî hatiye çêkirin û sivderên wê hene. Mêrdewaneke xanê heye û mirov di vê mêrdewanê de diçin qata diduyan a xanê. Li pişt sivderan ode hene û ber bi derve ve jî deriyekî wê û pacên wê hene. Tê gotin, sala 1940’î ji ber firehkirina rêyê xera bûye.
Kirine depo
Piştî hatiye çêkirin bûye yek ji cihwarê bazirganiyê. Li pêşiya wê, Xana Hesen Paşa heye û li pişt wê jî Xana Sulukluyê heye. Hema bêje bi sedan sal e nehatiye restorekirin.
Niha jî wekî dikan û depo tê bikaranîn û dîwarê paş wê hindik maye hilweşe.
Ji sedî 33.5’ê hîseyan ê Midûriyeta Herêmê ya Weqfan e, ji sedî 40 ê kesekî ye û ji sedî 26.5 jî ên 20 kesan e. Ji ber lihevnekirina hîsedaran, xan nayê restorekirin.
Midûriyeta Weqfan jî xemsariyê dike û ji ber vê xemsariyê xan hindik maye xera bibe.