Li dijî êrişên bi hevkariya dewleta Tirk, xelkê Şengalê narazîbûn nîşanda. 2'yê Adara 2017'an komek çekdarên bi navê 'Pêşmergeyên Roj' ji Sêhêla û Dihokê ve berê xwe da bajarokê Sinûnê yê Şengalê û êrişî bire ser Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ'ê û YJŞ'ê de bû.

Planên dagirkeran pûç kirin

Ji bo alozî rû nedin, YBŞ hewldanên xwe yên danûstandinê dewam kir, lê di sibeha roja 3'yê Adarê de vê koma çekdar bi çekên giran dest bi êrişan kir. Şervanên YBŞ û YJŞ'ê û hêzên asayîşê bersiva wan da. Dema ku êrişan dest pê kir, du gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) hewil da ku navbeynkariyê bikin, lê endamên wê çekdar êriş kirin ser wan û herdu gerîla şehîd bûn. Herwiha di vî şerî de 4 şervanên YBŞ'ê û endamekî asayîşa Êzîdxanê jî şehîd bû. Di heman êrişê de rojnamevan Nûjiyan Erhan jî birîndar bû. Nûjiyan piştî 19 rojan di 22'yê Adarê de li Nexweşxaneya Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

Wan soza parastina axa xwe da

Di ser êrişa navçeya Xanesorê ya Şengalê re du sal derbas bûn. Li Xanesorê planên dewleta Tirk û hevkarên wê bi bin ketin û berxwedana Xelkê Şengalê ya li dijî dagirkeriya li herêmê bû mînakek bêhempa. Xelkê Şengalî di dûyemîn salvegera êrişê de êrişkar rûreş kirin. Xelkê herêmê di çalakiyê de soza parastina axa Êzîdîxanê dûbare kir.

 

ROJNEWS / ŞENGAL