Ji ber ku dema AFAD'ê mal çêkirin binesaziya malan nedanî jiyana welatiyên li wir veguherî êşkencê. Li taxê pirsgirêkên sereke pirsgirêka av, elektrîk, rê û ragihandinê hene û welatiyan ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek caran serî li saziyên eleqedar dan, lê heta niha ti encameke erenî negirtin.


Xetên elektrîkê dibin sedema şewatê

Yek ji pirsgirêkên sereke li taxa Şemsîbeyê jî pirsgirêka elektrîkê ye. Ji ber ku stûnên têlên elektrîkê li ber dîwarê xaniyên sala 94'an avakirî hatine çiqilandin, dema ba li wan dixe bi dîwar dikevin û ev yek jî dibe sedema qutbûna elektrîkê. Qutbûna elektrîkê hem dibe sedema şewata amûrên malan ên weke televizyon, sobe, firin û yîn din û hem jî dibe sedema şewata malan.

Kolan nayên ronîkirin
Li taxê ji ber ku ti stûnên elektrîkî  yên kolanan ronî bikin tunene êvaran welatî gelek zehmetiyan dikşînin. Dîsa dema baran dibare rê hemû di nava heriyê de dimînin û ev yek dibe sedema nexweşiyên cuda û nerazîbûna şêniyan. Keyayê taxê Nadîr Aydogmuş, got, AFAD'ê bi tenê ji kevirên betonê xanî avakirin û ti binesaziya malan çênekiriye. Aydogmuş îşaret pê kir ku bi salan e li taxê jiyana wan di nava janê de derbas dibe. Aydogmuş da zanîn ku beriya bi demekê Şaredariya Wanê pirsgirêka wan a avê çareser kiriye lê pirsgirêka rê, elektrîk, veguhastin û paqijiyê dewam dike. Aydogmuş got, wan gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêkan miraceetî Şaredariya Tuşba û saziyên eleqedar kiriye lê belê heta niha ti çareserî peyda nekirin.

DIHA/WAN