Xelkê bajarê Elezîzê li Bakurê Kurdistanê, kêfxweş e ku bajarê Xarpêtê li “Lîsteya Mîrata Berwext a Cîhanê” ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hat zêdekirin.

Komîteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO´yê di civîna xwe de biryar da ku bajarê Xarpêtê  di “Lîsteya Mîrata Berwext a Cîhanê” de cih bigire. Piştî vê biryarê li Elezîzê di nav gel de şahiyek çêbû.

Xarpêta xwedî dîrokeke 4 hezar salî ji bo mîrata hevpar a mirovahiyê bi vî rengî hat hilbijartin.

Mizgefta Mezin a ku mînareya wê xwar e li cihanê bi vê xileta xwe yekane ye, Mizgeftên Saraxatun, Alacali û Axa, Dêra Dayika Meryem jî berhemên girîng ên Xarpêtê ne.

Bi saya UNESCO´yê wê bi qîmetê wê bê zanîn

Muxtarê Taxa Xarpêtê, Zulkuf Demîrpolat got, dîroka Xarpêtê 4 hezar salî ye û wiha pê de çû: “Di lîsteya UNESCO´yê de cihgirtin tê wê wateyê ku Xarpêt dê careke din zindî bibe, Elezîz dê bi pêş ve here. Piştî mizgîniya vê yekê hemû dikandarên me bi kelecan in. Em spasiya wan dikin. Geştyar dê bên Xarpêtê. Xarpêt muzeyeke servekirî ye. Bi saya UNESCO´yê dê qîmetê wê bêtir bê zanîn.”

Dikandar hêvîdar in

Dikandar Zulfîkar Boz jî got, ji hêla berhemên dîrokî ve Xarput cihekî pirr dewlemend û xweş e, divê her kes bê Xarputê bibîne û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Dikandar Sabrî Çelîk jî wiha axivî: “Di lîsteya UNESCO´yê de cihgirtin ji bo me pirr xweş e, em kêfxweş in. Înşela, piştî vê, ew ê bêhtir bi pêş ve here û dikandar jî wê sûdê jê wergirin.”

ELEZÎZ