Xatir ji pakrewanê xwe xwestin
Ji bo Şervanê YPG`ê Îbrahîm Hisên (Lorens Amûdê) ku 24`ê Mijdarê di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû,li bajarê Amûdê hat bibîranîn.Konê sersaxiyê li ber mala şehîd Lorens li bajarê Amûdê hatibû vedan. Şervanên YPG/YPJ û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Lorens re xwest û got,Bi saya fikrên Ocalan wan hêzên parastina gelan li Bakurê Sûriyê ava kirin.Hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Selwa Seîd Silêman axivî û rola pêkhateyên herêmê di parastina axa Rojava û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê de bi bîr xist.Ji fermandarên YPG`ê Berxwedan Amûdê jî axivî û soza şopandina rêya hevreyên xwe da. Merasîm bi dirûşmeyên”Şehîd Namirin”bi dawî bû. ANHA/QAMIŞLO