Li Navenda Ciwanan a Ş. Bawer a li Dêrikê merasîmek hat lidarxistin. Merasîma bîranînê bi beşdariya bi sedan kesên bi merasîma leşkerî destpêkir. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandar Xebat Dêrik û cangoriyên Kurdistanê hatin hildan.  Li dû deqeyeke rêzgirtinê Endama  Komîteya Navendî ya YPG'ê Têkoşîn Dêrik axivî û got “Em weke YPG û YPJ şehîdê nemir Xebat Dêrik bi rêz bibîrtînin, bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Em soz didin ku emê tola Ş. Xebat rakin û heya dawî emê di rêya şehîdan de têkoşîna xwe bidomînin.” Dûre li ser navê malbata Xebat Dêrik axaftin hatin kirin. Piştî merasîmê gel çû ser goristana Xebat Dêrik û li wir jî bîranînek pêk hat.


Gerîlayan jî Xebat bibîranîn

Xebat Dêrik li qadên gerîla jî bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîma leşkerî de yek ji fermandarên navenda parastina gel Bahoz Erdal jî amade bû û axaftinek ki. Erdal diyarkir ku Xebat Dêrik 25 salan li nav tekoşîna azadiyê de li qadên herî zehmet gerîlatî kir. Fermandar Erdal destnîşan kir ku Xebat Dêrik di destpêka şoreşa Rojava de cihê xwe girtiye û yek ji damezrînerê yekêneyên parastina gel YPGê ye. Erdal di şexsê Xebat Dêrik de tevahiya cangoriyên Kurdistanî bibîr anîn û soza pêk anîna armcancên wan dura ber kir.


YPG: Emê hêviyên wî pêk bînin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi munasebeta rasthatina salvegera duemîn ya şehadeta damezrênerê YPG`ê Xebat Dêrik daxuyaniyeke nivîskî weşan û da zanîn ku şehadeta Xebat Dêrik bûye egera mezinbûna hêza wan. YPG`ê sozda ku li ser bîranîna Şehîd Xebat têkoşîna xwe blind bikin û bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG`ê bibin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:" Bi rasthatina duemîn salvegera şehadeta damezrênerê YPG`ê Xebat Dêrik em wî bi rêz û rumet bibîr tînin û em soz didin ku emê li ser rêya wî û ji bo pêkanîna armancên wî heta avakirina Sûriya demokratîk û kurdistana azad têkoşîna xwe dewam bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN