
Piştî merasîma leşkerî, girseyek qelebalix a gel li ber Mizgefta Qasimo kom bû. Di çalakiyê de pankartên wekî, “Em Şehîd Xebat bibîr tînin”, “Em komkujiya Fransayê şermezar dikin” her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Xebat Dêrik, Rustem Cudî, wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên li Parîstê hatine qetilkirin, alên PYD, TEV-DEM û Ciwanên Şoreşger hatin vekirin.
'Emê di riya wan de bimeşin'
Di merasîma ku zêdebûna jin û ciwanan bal kişand û rêveberên TEV-DEM, Meclîsa Gel û saziyên sivîl jî tevlî bûn de, li ser navê TEV-DEM’ê Hanîfe Hisên axaftinek kir. Hanîfe Hisên destnîşan kir ku tirsonekan Xebat Dêrik qetil kirine, lê wan li ser bîranîna Xebat Dêrik, artêşek ava kiriye, bajarên rojavayê Kurdistanê azad kirine. Hisên anî ziman ku tevgera wan tevgerek şehîdan e û ev tişt anîn ziman: “Gihandina milîtanan ne hêsan e, lê taybetiya tevgera me ev e. Pêşengên wê xwe feda dikin, naxwîn, venaxwîn û ranazên. Em soz didin ku emê di riya şehîdan de bimeşin.”
Hisên, komkujiya Parîsê jî şermezar kir û bal kişand ku hêzên naxwazin li Rojhilata Navîn jin pêşengiya civakê û jiyanek azad bikin, 3 siyasetmedarên jin hedef girtine û axaftina xwe wiha domand: “Em tevgerek fikrî ne û temsîla netewa demokratîk dikin, lewre jî em hedef tên girtin. Dixwazin Kurd bibin koleyên wan, esîr bigirin. Lê Rêber Apo, bi fikrên xwe hemû êrîş vala derxistine. Fikra wî dîl nayê girtin. Jin jî li ser vê xetê ne û temsîla civaka demokratîk dikin. Hêzên dijberên Kurdan bi tu rengî nikarin me bikin koleyên xwe. Em bawer dikin dê gel xwedî li me derkeve. Emê pêşî yekîtiya xwe çêbikin, piştre jî bi gelên din ên li Suriyê re yekîtiyê çêbikin û Suriyeyek demokratîk ava bikin.”
Piştî axaftinê girseya gel heta Çerxerêya Qermutê meşiya û belav bû.
Li ser gora xebat bîranîn
Bîranîna li Dêrikê jî li ser gora Xebat Dêrik a li goristana ku navê wî lê hatiye kirin pêk hat. Merasîma leşkerî ji aliyê Fermandariya YPG’ê ve hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî, li navanda bajêr, li Navenda Ciwanan merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku malbata Xebat Dêrik, endamên Saziya Malbatên Şehîdan û gelek kes tevlî bûn de, axaftin hatin kirin û hate gotin ku dê li ser riya Xebat Dêrik têkoşîn bê bilindkirin.
Merasîmên bîranînê, li bajarên din ên rojavayê Kurdistanê ji aliyê YPG’ê ve hatin lidarxistin.
QAMIŞLO-DÊRÎK