SEMÎRA ŞAHABÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê serdana rêxistin û nûnerên jinan ên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir. Endama Koordînasyona Kongra Star Asya Abdulla diyar kir ku wan di hevdîtinên xwe de daxwaz kirine amadekariyên konferansa 3. a jinên Kurd careke din destpê bike û ji bo pêkhatina konferasansê jî jinên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê erênî bersiv dane. Asya Abdulla her wiha got, niha jinên Kurd dest bi xebatên ji bo konferansa 3. dikin.
Şandeyê 24’ê Îlonê serdana Herêma Kurdistanê kir. Şande zêdeyî hefteyekê li Herêma Kurdistanê bi rêxistinên jin, nûnerên jinan ên di nava partiyên siyasî û kesayetan re civiya. Şandeyê hevdîtinên xwe yên li herêmê bi encam kir û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Ji bo konferansê fikreke hevpar heye
Endama Kordînasyona Kongra Star ku di heman demê de serokatiya şandeyê dikir Asya Abdulla, armanc û encamên hevdîtinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.
Asyayê diyar kir ku armanca sereke ya serdana wan a ji bo Herêma Kurdistanê ew bû ku careke din xebatên 3. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd bidin destpêkirin û wiha axivî, “Armanca me ya sereke ya ji van hevdîtinan ew bû ku careke din xebatên lidarxistina 3. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd destpê bike. Di vê çarçoveyê de me xwest serdana jinên Başûrê Kurdistanê bikin. Me bi piraniya rêxistinên jin û nûnerên jin ên partiyên siyasî re hevdîtin pêkanî. Bi giştî em dikarin bêjin hevdîtin erênî bûn. Di mijara lidarxistina konferansa netewî ya jin de fikreke hevpar heye. Hemû aliyên ku me serdana wan kir, hemfikr in ku niha dem e, konferans bê lidarxistin. Di komxebata netewî ya jinan de komîteyek ji 22 kesî hatibû diyarkirin. Nûnerên hemû parçeyên Kurdistanê û nûnerên aliyên siyasî di navê de cih digirin. Ew civîn girîng bû. Di wê civînê de her alî û parçeyek Kurdistanê bi raporên xwe beşdar bûbûn. Li gorî biryara wê civînê divê raporeke hevbeş a têkildarî çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşê konferansê bêkirin.”
Em amade ne li Qamişlo mazûvaniyê bikin
Li ser cihê konferansê pêk bê jî Asya Abdulla biryara konferansa 2. bibîrxist û got: “Konferansa 1. li Amedê, konferansa 2. jî li Hewlêrê pêk hat. Di konferansa duyemîn de biryar hatibû girtin ku konferansa 3. li Qamişlo çêbibe. Me di hevdîtinên xwe de ev biryar bibîra rêxistinên jin xist û me got, em amade ne li Rojavayê Kurdistanê malavahiyê ji konferansa 3. re bikin.”