Heyeta PÇDK'ê piştî vekirina buroya li Dêrêlok berê xwe dan Akrê. Hevseroka Giştî ya PÇDK'ê Necîbe Omer, namzetên parlamentoyê Dr. Kamuran Berwarî û Mehdî Salih jî beşdarî vekirina buroyê bûn. Merasîma vekirinê ya rastî eleqeyeke mezin a gel hat bi deqiqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di vekirina buroyê de Hevseroka PÇDK'ê û namzeta parlamenteriyê Necîbe Omer di axaftina xwe de da xuyakirin ku li bajarê Akrê girtîgeheke mezin heye û tê xwestin ku ev girtîgeh bibe cihê fetisandina fikra azad. Omer diyar kir ku di dema Saddam de jî bi hezaran mirovên dilsozên azadiyê di vê girtîgehê de îşkence dîtine û ev xak bi xwîna bi hezaran mirov hatiye avdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî wekî PÇDK'ê ji bo jiyaneke demokratîk û azad di nav civakê de serwer bibe dixebitin.”  Omer anî ziman ku li herêma Behdînan gelek bedel dane û wiha pêde çû: “Ez bawer im ku di van hilbijartinan de em ê hewl bdin yekitiya neteweyî pêş bikeve û êşan kêm be jî rawestînin. Em ê di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixin û bi taybet em ê hewl bidin bibin layiqî kesên di girtîgehan de xwîna xwe ji bo azadî û wekheviyê rijandine. Em wekî PÇDK'ê ji bo sînorên di nav gelê me de ji holê rabe têdikoşin.”  

Zextên hikûmeta Başûr  
Namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamuran Berwarî jî di axaftina xwe de bi vegotina rola jeostratejîk û jeoçandî ya Akrê ya di dîroka têkoşîna gelê kurd de dest bi axaftina xwe kir û got: “Dibe ku em li Kurdistanê dijîn û bi zimanê xwe diaxifin. Lê mixabin em di civakeke ku azadî têde serwer e najîn. Bi taybet gelê me yê li herêma Behdînan dijîn ji siya xwe ji partiyên serwer ditirsin. Me Dêrêlok buraya hilbijartinê vekir, ciwan hatin cem me. Min pirs kir, 'Çima hûn nehatin merasîma vekirina buroyê?' gotin ku ger beşdarî merasîma vekirinê bibana wê hatibana girtin û ji kar hatibana derxistin. Lewma ev xusûs ji bo me girîng e tu partî û hêz nikarin serweriyê li hemberî vîna mirovan bike." Namzetê Parlamenteriyê yê Zaxo yê PÇDK'ê Mehdî Salih jî têkildarî rojavayê Kurdistanê axivî û wiha got: “Em bi çavên xwe dibînin ku li hemberî gelê me yê Rojava komkujî pêk tên. Hikûmeta başûrê Kurdistanê li şûna ji bo gelê kurd êşan nekişîne ku divê bixebite, deriyê sînor li gelê kurd girt. Divê em destên xwe bidin hevdu. Bi têkoşîna xwe divê em ji gelê xwe re bibin mînak.” 

DUHOK