Civîna ku li Navenda Çand û Hunerê ya Hurî hate lidarxistin û 200 delege tevlî bûn, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pe kir. Di civînê de Berpirsyarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Herêma Cizîrê Amed Amûdê axaftina destpêkê kir û got: “Em wekî Tevgera Civanên Şoreşger civîna Meclisa Herêma Cizîrê ya 6 mehan li dar dixin. Pêwîst bû ev civîna Meclîsa Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê bûya, lê ji ber rewşên ewlekarî û rêyên girtî tenê li herêma Cizîrê ev civîn çêbû.”

Piştî axaftina Amed Amûde ji bo birêvebirina civîne diwanek ji 3 kesen pêk tê hat hilbijartin.  Piştre Endama Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Cizîrê Sara Dêrik rapora 6 mehan ya kar û xebatên meclîsê xwend.  Di raporê de hate diyarkirin ku pêvajoya niha wê qedera gelê Kurd ê li  Rojava  diyar  bike û wiha hate domandin: “Pêşketînên li  Rojava wê hem  li  ser  pirsigirika  Kurd  a li  çar  perçeyên Kurdistanê, hem jî li  herêmê bandorek xurt  çêbike. Lê astengî jî hene. Niha  jî  dixwazin  pêşiya tevlîbûna kurdan a civîna Cenevre-2 bigirin. Dixwazin bi vî rengî wekî Lozanê siyaseta xwe li  ser  gelê  Kurd   ferz  bikin.”

Berpirsiyariya ciwanan

Di raporê de  hate diyarkirin ku ciwan êdî jiyana heyî û  bêstatûbûna welatê xwe  qabûl  nakin û ev tişt hatin gotin: “Serkeftin  li çar  parçeyên Kurdistanê  nêzîktir bûye,  gihîştiye qonaxa  dawî. Di vê  qonaxê de weke ciwan bi berpirsyarî tevgerandin, di her alî de derbaskirina asta  heyî û  bersîvdayîna pêvajoyê pêwîstiyek e. Heta ku  hedefên me yên siyasî  werin  pekanîn û Rêbertî  were  azadkirin; bi  tempoyekî  xurt  xwe  birexistinkirin û di vê şoreşê de weke pêşeng bicîhanîna rola xwe  ya dîrokî  dibe  berpirsyariya me.”

22  navendên  ciwanan
Di raporê de xebatên 6 mehan jî hatin nirxnadin û derbarê xebatên hatine meşandin de ev agahî hatin dayîn: “Ji bo kampanyaya ‘Azadiya  Rêber APO’  tevlîbuyînekî aktîf  hatîye  çêkirin, li hemû bajaran di  çarçoveya  kampanyayê de meşên  girseyî  hatin lidarxistin. Ji  bo  xwedîderketina  Desteya  Bilind  û  berxwedana YPG’ê di  meha  Tîrmehê  de meşên girseyî hatin lidarxistin. Di meha Îlonê de ji bo pêşiya  koçberiyê were  girtin  meş û çalakiyên  cur be  cur  hatin organîzekirin. Di  meha  Mijdarê  li  hemû  bajaran salvegera  damezrandina  partiyê bi  çalakiyên  cihêreng bi awayekî  girseyî hate pîrozkirin.

Xebatên parastinê
Di  vê  dema derbasbûyî de  ji ber şerê li  herêma Cîzîrê , gelek  kar  girêdayî  karên  parastinê  hatin  meşandin. Li hemû  bajaran di çarçoveya seferberiyê de xebat hatin meşandin û li Serêkaniyê,  Çilaxa, Tirbespiyê û  tevahiya  bajarên herêma Cizîrê hem piştgiriya YPG’ê hate kirin, hem jî wekî bendên kontrole yên xweser hatin avakirin.  Ji bo  ku Ciwanên Şoreşger  xwe  bigihînin girseyên ciwanên herêmê, di warê ragihandinê de, li her bajarekê komiteyên ragîhandinê  hatin rexistinkirin. Hejmara yekemîn a Kovara Ciwanan meha Heziranê  hate  belavkirin. Li herêma Cizîrê bi giştî hezar û 100 kovar hatin belavkirin.”  Piştî xwendina raporê li ser rewşa siyasî, ciwanan nêrînên xwe anîn ziman. 

ANHA/AMÛDÊ