Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle bi beşdariya dehan endamên meclisên jinan û Yekitiya Star ên Dêrikê, Koçerat û Beravê pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dîwan hat hilbijartin. Di destpêka civînê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulh Ocalan ên der barê jinan de hatin xwendin.

Di civînê de Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham  Ehmed axivî û bal kişand ser destkeftiyên gelê Kurd û rizgarkirina herêmên Rojava ji destê komên çete. Îlham Ehmed diyar kir ku jinên Kurd di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de roleke pêşeng lîstiye û herdem di xetên pêş de berxwedan daye.
Îlham Ehmed her wiha siyasetên li dijî jinan û çêkirina “Dîwarê Şermê” yê dinavbera Bakûr û Rojava de şermezar kir.
Piştî axaftina Îlham Ehmed rewşa siyasî û civakî hat nirxandin. Di civînê de kar û xebatên meclisa jinan ên 6 mehan hatibûn nîqaşkirin û pêşniyarên ji bo dema pêş hatin kirin.

Biryarên hatin girtin  

Di di encama nirxandin û pêşniyaran de ev biryar hatin girtin:
4 Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wê kar û xebat bêne meşandin. Di vê çarçoveyê de wê îmze bêne berhevkirin û meşên girseyî bêne li dar xistin.
*  Li herêma Dêrikê dê Komîteya Siyasî bê avakirin.
*  Li Dêrikê kargeheke dirûna cilan ku jin tê de kar dikin, wê bê vekirin.
* Ji bo perwerdekirina jinan û endamên meclisa jinan wê xebat bêne meşandin.
*  Komîn û meclîsên jinan dê bêne damezirandin.
*  Li herêma Koçerat wê parkek bi navê “Parka Serok” bê vekirin.
* Komîteya aborî ya jinan dê bê vekirin û li ser pirsgirêkên jinan ên aborî bê rawestîn. n ANHA/DÊRIK