Li  Rojava, di xebatên xweseriya demokratîk de xebatên çand û hunerê jî xwedî grîngiyek mezin in. Li navendên çand û hunerê xebatên ku ji bo pêşxistina çanda kurdî tê meşandin aleqeyeke mezin dibîne. Li bajarê Kobanê jî li Navenda Xurxurê ya ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Kurdî (TEV- ÇAND) ve hatibû vekirin, xebatên perwerdeyê yê çandê bê navber dewam dikin. Li navendê  dersên mûzîkê û reqsên folklora kurdî tê dayîn.

Mamosteya navendê Dicle Oso anî ziman ku dewreyên perwerdeya çand û hunerê eleqeyeke mezin dibîne û roj bi roj xebatên xwe berfireh dikin. Oso got, ''Dema ne nû navend vekir kesên ku dihatin navenê pir kêm bûn,  lê niha û bi taybet dema ku ciwanan xebatê me dîtin, bi dehan kes tevlî dewreyên perwerdeyên me dibin.“ 

ANF/KOBANÊ