Di civîna şahiyê de parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan û siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn, hunermend Ergîn Xelîkan, Ferhad Cîlo, Newzat Tûnç, Hanîfî û Gara, Zaynar, Sadik Acîlî, Ozgur Arslan jî amade bûn. Her wiha Koma Rojava ya Govendê jî hunera xwe pêşkêş kir.
Kaplan di civîn û şahiya bi beşdariya bi sedan kesî de axivî, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî ji bo Tirkiye, herêmê û Kurdan û got, "Her dengekî ji HDP'ê re were dayîn, ji Elewî, Kurd, hemû bawerî û çandên cuda azad bibin, ji bo 'Jiyana Nû' bikeve meriyetê, gelekî girîng e."
Ûzûn jî da xuyakirin ku HDP ne tenê partiya Kurdan e ya hemû gelan e û anî ziman ku HDP dikar rewşeke her kes karibe lê bi awayekî azad bijîn, ava bike. Ûznûr diyar kir ku ew bi bawer e Elewî wê di hilbijartina pêş de biryara rast bide û destnîşan kir ku di 7'ê Hezîranê de bi serketina HDP'ê re wê dawî li dîktatoriyê were."
Li Torîno plana bikaranîna dengan
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Torîno, ku li bajarê Îtalya Torîno ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê dixebite, civîna xwe ya duyemîn lidar xist. Di civînê de ji bo Kurdistaniyên li Torîno û derdora wê dijîn karibin dengê xwe bikar bînin plansaziyek hat amadekirin û banga hestyariyê hat kirin.
Komîsyona Hilbijartinê wê ji 5 baskan ve bixebite û di 29, 30 û 31'ê Gulanê dema bikaranîna dengan de mirovan bi otobusan bibe Konsolosiya Tirkiyeyê ya Mîlano. Endamên komîsyonê yên di nava xebateke berfireh de ne, ji bo xebatên hilbijartinê bimeşînin hin biryar stendin û hewl dide bicih bîne.
HORSENS/TORÎNO