107 hezar hilbijêrên li Awûstûryayê dijîn wê heta 31'ê Gulanê ji bo dengdayînê biçin ser sindoqan.
Li herêmên Oberosterreîch, Karten, Tîrol û Salzbûrgê, dengdayîna 28 hezar hilbijêrî dewam dike. HDP'yî li gelek welatên Ewropayê ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hem dengê xwe bikar tînin hem jî xebatên xwe bê navber dewam dikin. Di çalakiyên piştevaniyê de ji bo jiyaneke wekhev, azad û aştiyane ya gelan bang tê kirin ku deng ji HDP'ê re were dayîn. Kurdistanî û dostên wan jî bi konvoyan diçin ser sindoqan.
Hilbijêr ji bajarên Lînz û Înnsbruckê bi 2 otobus û bi dehan wesayîtên taybet ên ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve tên organîzekirin, dawiya hefteyê diçin navendên dengdayînê. Li Konsolosiya Salzbûrgê ji 8'ê Gulanê heta roja îro 3847 deng hatine bikaranîn. Çavdêrên HDP'yî dan zanîn ku bi qasî hezar deng ji aliyê hilbijêrên HDP'yî ve hatine bikaranîn. Dengdayî li du sindoqên li avahiya Serkonsolosiyê ya li navnîşana Strubergasse 9, 5020 Salzburg'ê tê kirin û wê heta 31'ê Gulanê dewam bike.
Li Danîmarkayê herikîn ser sindoqan
Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Hilbijêrên HDP'yî ji bajarên Randers û Arhûs ên girava Jylland a Danîmarkayê, tevî girseya gel a ji herêmên cuda yên Kopenhagenê bi otobus û wesayîtên şexsî, ji bo dengdayînê bi coşeke mezin hatin avahiya Konsolosiyê ya li Kopenhagenê. Endamê Koordînasyonê Alî Kiy jî got, "Em dikarin bêjin ku vexwendina li mirovahiya mezin hem li welêt, hem li Danîmarkayê hem jî li herêma me destekeke mezin dibîne û beşdarî jî ji bendewariyan zêdetir e." Hat ragihandin ku di 24 û 25'ê Gulanê de wê ji girava Fyn û Jyllandê otobus bikevin ser rê.
Hilbijêrên li Fransayê li ser sindoqan e
Li 6 navendên Fransayê Kurdistanî û Tirkiyeyî dengê xwe bikar tînin. Ji Marsîlya, Nantes û Lyonê Kurdistanî û dostên wan bi konvoyan çûn dengdayînê.
Hilbijêrên li Marsîlya, Dragûîgnan, Montpellîer û bajarokên Cannes û St. Raphael ên Nice dijîn, bi konvoyeke qelebalix a wesayîtan, hatin Konsolosiya Tirkiyeyê ya li Marsîlyayê û dengê xwe bikar anîn.
Hilbijêrên li Rojavayê Fransayê bajarên Rennes, Lorîent, Vannes, Nantesê dijîn, li bajarê Nantesê dengê xwe bikar tînin. Ji ber dawiya hefteyê bû, duh û pêr li bajêr bêhtir deng hatin bikaranîn. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê Mûhîttîn Kiliç da zanîn ku ji 8'ê Gulanê û vir ve 2294 hilbijêrî dengê xwe bikar anîne û ji van 692 kes hilbijêrên HDP'ê ne. Kiliç bang li Kurdistanî û dostên wan ên Tirkiyeyî kir ku dengê xwe ji roja dawî re nehêlin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Lyon û derdora wê dijîn jî, ji bo dengdayînê li ser sindoqan bûn. Girseya gel bi konvoyê ji Grenoble hat. Ji bajarê Annecy jî endamên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal bi otobusê hatin dengdayînê.
NAVENDA NÛÇEYAN