Bi mîtînga li Berlînê, çalakiyên mîna civînên gel, serdana cemaetên dînî li mizgeft û malên cemê, xebatên ji bo hilbijartinan zêde dibin. Peyama hevpar ew e ku bi HDP´ê rejîma zilmê dikare bê bidawîkirin û ji bo vê jî her deng girîng e. 24´ê Hezîranê li Ewrûpayê dikevin qonaxa xwe ya fînalê, ji ber ku pêvajoya dengdayînê 7´ê Hezîranê destpê dike. Li paytexta Elmanyayê Berlînê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtînga HDP’ê hate lidarxistin. Li bajarê Elmanyayê Bremenê li mizgeftê namzetê HDP´ê ê Çewlîgê Erdal Aydemîr peyivî. Li bajarên Başûrê Fransayê Marsîlya û Montpellier jî parlamentera HDP´ê Besîma Konca beşdarî xebatan bû. Di mîtînga li Berlênê de parlamenterê HDP’ê Ahmet Yildirim axivî û got, çarenûsa welêt di destê HDP’ê de ye. Mîtînga 2. a li Elmanyayê ku ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Elmanyayê ve tê organîzekirin, li paytext Berlînê pêk hat. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn û dirûşma “Bijî HDP” gotin. Beşdaran nîşan da ku Berlîn ji hilbijartinê re amade ye. Mîtîng li Oranien Platz a li semta bajêr Kreuzbergê pêk hat. Di mîtîngê de hunermend Gulê, Hozan Aydin, Erdogan Emîr û koma govendê ya Avaşîn derketin ser dikê. Ji CÎK, Mala Cem û Civaka Êzîdî peyama yekîtiyê Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Seyda Davût Ovsemed, Serokê Mala Cem a Civaka Elewî ya Berlînê Nûman Emre û nûnera Civaka Êzîdî, Nûjiyan Gunay peyama yekîtiyê dan. Parlamenterê Die Linke Pascal Meiser jî destek da mîtîngê û destnîşan kir ku ew ê timî bi HDP’ê re bin. Parlamenterê Die Linke Hakan Taş jî got, “Ey Erdogan ji me bitirse! HDP wê ampûla te biteqîne û Tirkiyeyê ronî bike.” Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş, Hevşaredarê Gimgimê Huseyîn Guneş û Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Berlînê, Yeko Ardil li mîtîngê axivîn û destnîşan kirin ku Erdogan wê 24’ê Hezîranê bê têkbirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî bi bîr xist ku şaredariyên ku bi îradeya gel hatin qezençkirin ji aliyê AKP’ê ve bi destê qeyûman hatine dagirkirin û got, “Em bi biryar û xwedî vîn in ku vê rewşê biguherînin.” Ji bo azadiya gel û baweriyan Parlamenterê HDP’yî Ahmet Yildirim jî silava HDP’ê li Berlîniyan kir û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Yildirim got, “Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ne tenê hilbijartina 600 wekîl û rêveberiya 4-5 salan e. Heger HDP ji bendê derbas nebe, partiyên din ên muxalefetê çiqasî deng digirin bila bigirin, wê nikaribin pêşî li sîstema zilmê ya 16 salan bigirin. Heger HDP ji bendê derbas bibe, zilma 16 salan wê 24’ê Hezîranê biqede. HDP yekane kilît e ku welêt ji vî dîktatorî rizgar bike.” Di dawiya mîtîngê de Serokê Rûmetê yê AABK’ê Tûrgût Oker peyivî û diyar kir ku HDP partiyeke ji rêzê nîne û got, HDP’yî ne ji bo meqamê parlamenteriyê, lê ji bo azadiya gel û baweriyan bi dayina berdêlan têdikoşin. Ji bo hesabpirsîna ji komkujiyan Li bajarê Fransayê Marsîlyayê, HDP xebatên xwe zêde dike. Li bajêr roja îniyê dengdan wê dest pê bike. Wekî di hilbijartinên beriya niha de jî li semta Pradoyê dengê wê saet di navbera 9-21’an de bê dayîn. Parlamentera HDP’ê Besîme Konca tevlî civîna gel a li bajarê Montpellierê bû û piştre jî êvarî çû serdana Navenda Çanda Elewiyan. Konca li vê derê axivî û got, “Wekî ku Seyîd Riza jî gotiye, ji ber ku me li hemberî wan serê xwe netewand, em ji wan re bûne derd.” Konca xwest, hilbijêrên ên li ewrûpa biçin ser sindoqan û got, “Di 24’ê Hezîranê de ji bo hesappirsîna qetlîam, înkar û faşîzmê em ê biçin ser sindoqan. Ji ber Kurdbûn û Elewîbûna me, hê jî em tên qetilkirin. Divê em hesabê vî tiştî bipirsin.” Bêhtir ji bo HDP´ê bixebitin Li bajarê Elmanyayê Bremenê jî ji aliyê Platforma Pêkhateyên Demokratîk xebatên hilbijartinê didome. Li camiyeke bajêr panel hate lidarxistin û namzetê parlementeriyê yê HDP’ê yê Çewlîgê, parêzer Erdal Aydemîr axivî. Destpêkê Mele Eşref Bûdan diyar kir ku li Çewlîgê şerekî qirêj tê meşandin û nava Îslamê jî tê valakirin. Namzet Erdal Aydemîr jî diyar kir ku bi rêya telefonê jî kesên ku dengê xwe dane AKP´ê, dikarin werin qanihkirin û bang li cemaetê kir ku xurttir ji bo HDP´ê bixebitin. Piştî panelê şîva fitarê hate dayîn. NAVENDA NÛÇEYAN