Li Helebê semîner
Ji aliyê din ve bi armanca pêşxistina zimanê kurdî û danesîna çanda kurdan, Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê li navenda Rustem a zimanê Kurdî ya li Helebê semînerek lidar xistin. Gelek mamoste û pisporên zimanê kurdî beşdarî semînerê bûn. Seroka Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Sîdo ku weke qisekar tevlî bû, li ser girîngiya zimanê dayîkê û çanda kurdî û girêdana xurt a di navbera wan de axivî. Gulistan Sîdo diyar kir ku xwedîderketina li çanda kurdî bi pêşxistina zimanê kurdî mimkûn e. Sîdo di parastina kurdî de bal kişand ser rola huner û çanda kurdî ya stran û helbestan û anî ziman ku divê ev ji cewherê xwe û dûr nekevin. Sîdo da zanîn ku rola lêkolînvan û mamosteyan di pêşxistina giramêra zimanê kurdî de gelek mezin e û ji her kesî xwest ku ji bo pêşxistina ziman û çanda kurdî bi berpirsyarî nêzîk bibin û rola xwe bilîzin.
ANF/DIRBÊSIYÊ