Xebatên Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve dihat meşandin, piştî Qeyûm Cumali Atilla tayînî şaredariyê hat kirin hatin rawestandin. Li şûna Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê jî “Komeleya Turkiye Harp Malulu Gaziler Şehit Dul ve Yetimlerî” hat texsîskirin. 
Kordînasyona Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê, têkildarî mijarê li avahiya Komeleya 78’an daxuyanî da. Di civina çapemeniyê de endamên Kordînasyona Muzeya Zindana Amedê, endam û rêveberên HDP û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê koordînasyonê Serokê Komeleya 78’an Gani Alkan daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo Zindana Amedê bibe muze 100 hezar daxwazname dane Komîsyona Meclîsê, partiyên siyasî û şaredariyê. Alkan, da zanîn ku rayedarên dewletê jî gotine, bila Zindana Amedê bibe muze û got: “Di 18’ê Gulana 2015’an de bi tevlêbûna 56 saziyên sivîl ên civakî, Navenda Koordînasyona Muzeya Zindana Hêjmar 5 a Amedê hat vekirin. Koordinasyonê bi 5 komîsyonan dest bi xebatan kir. Lê piştî di 1’ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, karê yekem ê qeyûmê girtina muzeyê bû.”
Alkan, da zanîn ku ew ê dîsa jî xebatên muzeyê dewam bikin, ew van neheqî û bêhiqûqayan qebûl nakin û têkoşîna xwe ya mafdar wê dewam bikin. 


AMED