Li Efrînê jî ji bo şagirtinên asta yek û diduyan bawername hatin belavkirin. Bi munasebeta belavkirina bawernameyan li navenda SZK’ê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de piştî axaftinan bawername li 394 şagirtên ku di perwerdeya 2 mehan de serkeftî bûn hatin belavkirin. Li gundê Şeran ê Kobanê jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawername li 25 xwendekaran belav kirin. Merasîma belavkirina bawernameyan li Navena Çand û Hunerê ya gund hate lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Rêveber ê SZK’ê Muslum Nebû bal kişand ser xebatên fêrbûna zimanê Kurdî û bandora wê ya di vê dema hesas de.
Li Girkê Legê xebatên ji bo ziman
Her roja derbas dibe mamosteyên nû di dewreyên perwerdeyê de tên qeydkirin û dibistanên nû li dibistanên heyî tên zêdekirin. Ligel ku materyalên dersan kêm bin jî ji tunebûnê derfet tên afirandin û xebat bi vê hişmendiyê ve tên pêşxistin. Li dibistanên Girkêlegê û Rimêlan perwerdeya zimanê Kurdî bi awayekî fermî dest pêkir.
Bi sedan xwendekarên herêma Girkêlegê û Rimêlan dest bi salan nû ya xwendinê kirin. Di sala nû ya xwendinê de zimanê Kurdî li hemû dibistanan bi fermî tê dayin. Rayedarên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) diyar kirin ku wan jibo hemû pileyan programa perwereya zimamê Kurdî amade kiriye. Komîteyên SZK'ê li ser dibistanan digerin û bi rêvebir û mamosteyan re rewşa dibistanan û bi pêdiviyên wan guhdar dikin.
EFRÎN/GIRKÊ LEGÊ