Duh Komîteya Amadekar ya Rêveberiya Demî bi bi Meclîsa Bilind a Ermeniyan û  Kobûna Sivîl a Suryaniyan  hevdîtinan pêk anîn. Komîteya ku ji nûnerên Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Meclisa Gelên Rojavaya Kurdistan (MGRK) yên Endama Desteya Rêveber a PYD Emîne Osê û Cîgirê Sekerterê Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayîx û Ehmed Berekat pêk dihat saet di 18.30’an de li Dibistana Îtîhad a Ermeniyan a Qamişlo bi Endamên Meclîsa Bilind a Ermeniyan li Cezîrê re hatin cem hev. Nûnerên Meclîsa Ermeniyan Vartês Kancoyan, Dîran Xecedoryan, Tumas Tumasyan, Zaşîn Kisbiryam û Dr Atranîk Sarkîsyan pêşwaziya endamên komîteya Rêveberiya hevbeş kirin.

Di hevdîtinê de Endama Komîteya Rêveberiya Demî Nesrîn Oso Pêşunameya Rêveberiya demî radestî nûnerên Meclîsa Ermeniyan kir. Piştre Mistefa Meşayîx li ser giringiya rêveberiya demî ya ji bo Rojava axivî û da zanîn ku pêwste hemû pêk hate cihê xwe di nava rêveberiyê de bigrin.
Li ser navê   Meclîsa Bilind  a Ermeniyan Vartês Kancoyan bi xêrhatine komîteya Kurd kir û da zanîn ku gelê Kurd û ermenî bi salan bi  biratî jiyankirine û pêwîste niha jî şopa ya xwe berê bişopînin û biratiya xwe dewam bikin.
Hevdîtin zêdeyî saetekê dom kir û Endamên Meclîsa Bilind a Ermeniyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyarkirin ku ew ê pirojeyê bi hevalên xwe yên din re nîqaş bikin û di nava çend rojan de bersiv bidin.
Di saet 20.30’an de Komîteya Amadekar a Rêveberiya Demî li navenda Kombûna Sivîl a Suryaniyan li Qamişlo hevdîtinek pêk hat. Komîteya herdû meclîsan ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Kombûna Sivîl a Xiristyaniyan Dawid Xerzanî, Emanûel Îşoi, Ifram Tuma û Serkîs Şemûn pêşwaziya endamên komîteya hevdîtina a Rêveberiya demî kirin. Di hevdîtinê de pêşunameya Rêveberiya Demî pêşkêşî Kombûna Sivîl a Xiristyaniyan hate kirin. Her wiha herdû aliyan nerînên xwe li ser rewşa heyî ya li herêmî û pêdiviyên herêmê anîn ziman. Endamên Suryanî kêfxweşiya xwe anîn ziman û dan zanîn ku piştî di nava hev de projeyê binirxînin dê di nava hefteyekê de nerînê xwe yên derbarê rêveberiyê de bînin ziman.
Li aliyê din jî komîteyeke din ya herdû meclîsan ku ji bo Rêveberiya demî ji 3 kesan hatiye sazkirin hevdîtinên xwe bi nunerên netewa ereb re pêk tîne û çav li rêye ku hedû komîte roja pêncşemê li hev bicive û hevdîtinên xwe binirxînin.

ANHA/QAMIŞLO