Serjimara şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê di çarçoveya projeya “Ez li vir im” de, seat 08.00’an dest pê kir.

3 hezar û 250 mamoste û endamên komînan xebatên serjimarê dikin. Ji bo hêsankirina xebatan bajar û gund dabeşî 7 parçeyan hatiye kirin.

Jimartina şêniyên Til Bêder, taxa Mişêferê, Til Berek û beşa rojavayê taxa Xwêran bi dawî bû. Dema nûîeya me dihat amadekirin xebatên serjimarê li hin deveran hîna dewam dikir.

Hevserokê Meclîsa Bajarê Hesekê Elî Ferman diyar kir ku xebatên serjimarê li bajarê Hesekê wê “îro” (doh) bi dawî bibin û destnîşan kir ku ew ê dawîkirina xebatan bi daxuyaniyekê ragihînin.


HPC û Asayîş li ser piyan in

Hêzên Parastina Civakî (HPC) û hêzên Asayîşê yên bajarê Hesekê ji bo serkeftina xebatan ji destpêka rojê ve li ser piyan bûn û li hemû kolan û qadan xebatên parastinê meşandin.

Têkildarî mijarê Endamê Rêveberiya HPC’yê Elî Selmo diyar kir ku wan li hemû kolanên sereke û meydanên bajêr hêzên xwe bi cih kirine û li her deverê parastinê dikin. Selmo, her wiha destnîşan kir ku di dema serjimarê de li tevahiya Hesekê tu kesên bê belgeya teybet a çûnûhatinê ya ji bo xebatkarên serjmariyê, nikare bigere.

Têkildarî mijarê her wiha Endamê Hêzên Parastina Civakî Mihemed Hemîd destnîşan kir ku ev sê roj in ku ew amadekariyan dikin da ku serjimar serketî derbas bibe.

Kêliya nûçeya me dihat amadekirin ji sedî 90´ê xebatên serjimarê bi dawî bûbûb


 ANHA / HESEKE