Yek ji xebatên bingehîn ên di nava salekê de li rojavayê Kurdistanê hat meşandin, xebatên li qada çapemenî, ziman çand û hunerê de bûn. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi kar û xebatên xwe ve li Rojava ji bo ziman gelek xebatên giranbuha dimeşîne. SZK û Yekitiya Mamosteyan li Qamişloyê bi armanca nirxandina rewşa dibistanan û destpêkirina serdema nû ya perwerdeyê civîn li dar xist. Di encama civînê de biryar hat girtin ku komîteya şopandina karên dibistanan bê avakirin û li hemû dibistanan dersên bi zimanê Kurdî bên dayîn.
Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Endamê Desteya Rêvebera Tevgera Civaka Demorkartîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen axivî û bal kişand ser rewşa Şoreşa Rojava û rêxistina civakê. Hesen diyar kir ku pêwîstiya civaka Rojava ew e ku xwe baş bi rêxistin bike. Serokê Yekitiya Mamosteyan Xalis Misewer jî da zanîn ku pêwîst e hemû başên civakê xwe di warê pêşxistina zimanê Kurdî de berpirsyar bibînin. Misewer destnîşan kir ku wan şaşiyên sala borî hatine jiyîn di ber çavan re derbas kirine û dê îsal zimanê Kurdî baştir pêş bixin. Li ser navê SZK’ê Nesrîn Doko jî hin pirsgirêkên ku sala borî hatine jiyîn bi bîr xistin û da zanîn ku wan îsal xwe baş amade kiriye û dê rê nedin tu kesî ku li ber pêşxistina ziman bibe asteng.
Komîte ava kirin
Piştî axaftinan nerîn û pêşniyarên endaman hatin girtin û rêbazên perwerdeyê hatin gotûbêjkirin. Di encama nîqaşan de biryar hat girtin ku Komîteya Şopandina Karên Dibistanan bê avakirin û li hemû dibistanan dersên zimanê Kurdî bêne dayîn. Her wiha biryar hat girtin ji bo ku li hemû dibistanan dersên din jî bi zimanê Kurdî bên dayîn, mamoste di perwerdeya zimanê Kurdî re bên derbaskirin.
Amadekariyên dibistanan
Yekitiya Mamostayên Rojavayê Kurdistanê (YMRK) li Efrînê jî civînek li dar xist û amadekariyên vekirina dibistanan nirxand. Di çarçoveya amadekariyên vekirina dibistanan de, YMRK’ê li Efrînê li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajar civînek li dar xist û amadekariyên vekirina dibistanan nirxandin.
Endamê YMRK'ê li Efrînê Menan Cafo di civînê de axivî û diyar kir ku wan ji bo vekirina dibistanan û destpêkirina sala nû ya xwendinê amadekariyên pêwîst temam kirine. Cafo got ku wan ji bo erkdarkirina mamosteyan ezmûnek amade kiriye û her kesê ku bawernameya asta navîn wergirtibe dikare tevî ezmûna mamostatiyê bibe. Der barê xwendekarên ku ji Helebê koçberî herêmên Efrînê bûne jî Cafo da zanîn ku hemû malbatên koçber dikarin zarokên xwe li dibistanên herêmê qeyd bikin. Endama YMRK'ê li Efrînê Hêvî Mistefa jî diyar kir ku zimanê Kurdî dê di hemû astên perwedeyên bê dayîn. Hêvî Mistefa diyar kir dersên ‘Perwedeya Neteweyî’ ya rejîma Baesê ji nav perwerdeyê hatiye rakirin. Hêvî Mistefa her wiha diyar kir ku ji bilî dersên matematîk, fizîk û kîmyayê hemû dersên din dê bi zimanê Kurdî bên dayîn.
ANHA/QAMIŞLO- EFRÎN