Yek ji van jî hunermendê Şanoya Dewletê ya Enqereyê Can Guvenç e, ku bi dildarî li Pirsûs dixebite. Guvenç ku li wargeha ji konan a "Şehîd Gelhat" dixebite, bang li her kesên xwestî hesasiyet û hestiyariyê kir, ku ji bo alîkarîdayîna Kobaniyan bê Pirsûsê.
Guvenç ragihand ku di sersalê de ew li Pirsûsê bû û ev yek ji bo wî pîrozbahiya herî watedar a sersalê bû. Guvenç got, "Cihgirtina li gel dostan û Kobaniyan tiştekî gelekî xweş e. Li Enqereyê ez li Kobaniyan difikirîm û bêhna min teng dibû. Min li vir nefes stend."
Guvenç bal kişand ser şerê li Kobanê dewam dike û got, "Berxwedana Kobanê ji bo rûmeta mirovahiyê ye û wê bi ser bikeve. Mercê zivistanê gelekî tehdê dide Kobaniyan. Girîng e her kes ya ji dest tê bike."
'Werin pêwistî bi we heye’
Guvenç bang li her kesên xwedî hesasiyet û hestiyariyê kir ku destek û alîkariyê bidin Kobaniyan û got, "Pêwîstî bi moralê heye. Gelek karên divê werin kirin hene. Şaredariya Pirsûsê ya dikeve ser milê xwe bicih tîne. Lê belê saziyên fermî bi berpirsyarî ranabin. Divê pirsgirêka elektrîkê ya kampê tavilê bê çareserkirin. Divê Şaredariya Bajarê Mezin bersivê bide pêwîstiyên binesazî û avê." Guvenç herî dawî got, "Werin em li vê derê bi hev re bin, ji ber ku pêwîstî pê heye."
RIHA