Di dîroka tirkan de tim çete û eşqiyatiyê rola bingehîn lîstiye. Ew li navenda Asyayê çete bûn, diçûn talana Çîn û Maçînê. Dewleta osmanî jî bi heman awayî bû. Li ku derê eşqiya û çete hebana, danîn li dora xwe komdikirin û ji bo xizmeta xwe bikartanîn. Her padîşahî, heta wezîr, beylerbeyî û kolaxasi jî hin çete û xwînxwar bi xwe ve girê didane, karên xwe yên qirêj bi wan didan kirin û xerac didan girtin (çeteyên qamçûl civandinê). Di dema Osmaniyan de çeteyên di forma birêkxistina paramîlîter û resmî de ku bi hêla her kesî ve tê zanîn, li Balkanan Pomagat (cerdewan) û li Anatolyê jî Alayên Hemîdiye bûn.

T.C. bi çekên MAH, cemaat û çeteyan li ser xwîna gelan hate demezirandin. Çeteyê herî xwînxwar kabrayê bi navê Topal Osmanê laz bû. Wi hem di kujeriya ermenî û rûman de û hem jî di kujeriya Koçgîrî de rola herî bi qirêj lîst. Li pey ku kemalîstan karê xwe yên qirêj bi wî dan kirin jî, ew wek tewanbar îlan kirin û dewleta xwe derxist temiziyê. Lê ev awa birêkxistiniya dewletê her û her domiya. Dû re navê „dewleta kûr“ hat lêkirin. Ev erk jî di bin perê daîreya şerê taybet de hate meşandin. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît li ser vê mijarê 26. 9. 1974 li Gîresûnê gotibû: „...Ew perdeya li ser armanc û çonetiya kontrgerîla ku di rengê bîzaveke mîna fermî dixuye lê ne fermî ye, hê jî nehatiye rakirin.“

Di dema cûntayê de navê herî qirêj jî navê JÎTEM, Hizb-ul kontra û çeteyên Ulkucu bû.

Erdogan di dema serkariya xwe de ev ji holê ranekirin, tenê xeftanê kesk li van çeteyan kir. Jixwe wî di dema zarokatiya xwe ya li Kasimpaşayê de tim lîstika çete, mafiya û polîs lîstiye, (li vê taxê lîstikên zarokên yê sereke ev in) dibe ku ev xeyala wî ya ji dema zarokatiyê lê bûbe armanceke bingehîn ya jiyanê. Li pey ku wî xwe li her derê bi cih kir û ling da şah, berê der û dora xwe bi dek û dolaban ji kesên gumanbar paqij kir. Hemû çeteyên girtî dan berdan, zagonên polîsan gav bi gav li gor xizmeta xwe guherî. Û gav bi gav li der û li hundir mafya kesk birêkxist û xurt kir.

Ew zagona „leşkerên bi peyman (lejyoner)“ tenê ji bo ku bikane zemîneke zagonî ji mafya xwe ya îslamî re amade bike, da derxistin. Herkes dizane ku kî li hemberê wî dengê xwe derdixe av li ser wan tê birîn. Ew li ser pişta wan çeteyan rojnameger, kes û saziyan tehdît dike. Rojane di rojnameyan de jî zelal dibe ku di nav AKPê de kî li dij Erdogan tiştek bibêje ew êdî wenda dike. Ji xwe li pey ku mafya wî ya îslamî piçek rûnişt, hevkarê xwe yê Fetullah jî wek serkariya paralêl lanse kir û dekarte kir. Ji bo piştrastkirina van rastiyan mirov dikane wek mînak; çeteyên Sauna, Atabey, yan jî êrişkarên ji keviya derya reş, komên lînckirinan, êrişên li ser ofîsên HDP, êrişên navê Efkan Ala tê de derbas (Agrî, Amed û..) dibin wek nîşaneyên vê forma mafya îslamî nîşan bide. Ew poroveya kujeriya di xwepêşandana HDP ya li Amedê vê rastiyê bê kêmasî li ber çavan radixîne.

Di gelek wêne û belgeyan de jî zelal dibe ku di paralêla mafya îslamî ya nava Tirkiyê de têkiliyên der ku berê bi komên Ehwanî Muslimîn, Saudî (selefî / Wahabî), Katarê re pêşket, li  pey jî bi tevlihevbûna Suriyê re jî, bi komên wek El Nusra, piştî civîna Amanê jî bi Daîşê re derket qata herî xeternak. Jixwe li gor agahî û belgeyên vê dawiyê zelal dibe ku balyozxaneya tirk ya li Musilê di serketina Daîşê de roleke girîng lîstiye. Serwet û dewlemendiya wî jî bi vê têkiliyê re sed qatî zêdetir bûye. Mijara TIRên li Edenê hate desteserkirin jî dide xuyan ku bazirganiya çek û cebilxaneyên şer bi destê mafya îslamî tê kirin. 

Bi azadkirin û ji cinawirên Daîşê paqijkirina Girê sipî re rêya rantê ango vê bazirganiyê qut bû, lema Erdogan û mafya wî har û dîn bû û bi destê mafya îslamî ev kujeriya li Kobanî da organîzekirin. Niha tenê rêya Cerabûlusê di destên wan de maye, lê wan hîskiriye ku wê ew jî ji destên wan biçe, lema ji bo li pê girtin û fînansekirina wê mafya îslamî divê bi kêmasî ev der di destê wan de bimîne. Lema dixwaze leşkerên xwe têkin wir.

Divê gelê tirk jî vê rastiyê bizane, armanca RTE ne parastina sînorên Tirkiyê ye, tenê armanceke wî heyê vê rêya bazirganiya mafya îslamî vekirî bihêle.