PERVÎN YERLÎKAYA
Safiye Alagaş a ku ji demeke dirêj ve di nava rojnamevaniya azad de kar dike û niha di Jinnewsê de rojnamevan e, hêjayî “Xelata Wêrekiyê” ya îsal hat dîtin. Ev xelat ji bo bibîranîna nûçegihana CorriereDella Sera a bi navê Maria Grazia Cutuli tê dayîn. Wê 19´ê Mijdara 2001´ê li Efxanistanê di êrişa çeteyên El-Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo wergirtina xelatê Safiye çû girava Sicîlyayê û li bajarê Santa Venerina li ser gora Mariayê wê got, “Aliyên Gurbetelli û Mariayê yên dişibin hev hene. Wêrekiya wan pir dişibe hev. Wan dida dû heqîqetê, ev dişibe hev. Em jî weke rojnamevanên jin didin dûv heqîqetê.”
Em jî bi Safiye ya ji Şîrwana Sêrtê re peyivîn. Ew di zaroktiya xwe de dibe şahidê valakirina gundê xwe sala 1993´yan. Belkî ji ber wê ye, ew dibêje, “Ez bûm û min têkoşîn nas kir.” Pê re jî rojnameyên Ozgur Gundem, kovara ozgur Halk û nivîseke Ocalan a di kovara Kadinin Sesî (Newaya jin) de: “Gava min ew nivîs xwend min têkoşîn ji nû ve nas kir. Hingê min kitêba Awaza Bilûrê xwend. 16 salî ez dihatim destgîrkirin û li hepsê (8 mehan maye) jî min keys lê anî gelekî bixwînim.”
Safiyeyê 11 salan rojnamevanî kiriye û niha di Rojnews de ye, ew wiha behsa tecrûbeya xwe dike: “Beriya Jinnewsê Jinha bi Biryara di Hukmê qanûnê (KHK) hat girtin, Şûjin hat girtin. Me jî tevî komek hevalên jin Jinnews ava kir. Me xwe bi wê hisa bêzariyê ya sîstem li ser me ferz dike, berneda. Ji ber ku rêûresmeke me ya têkoşînê heye. Rojnamevanî di şert û mercên Tirkiyeyê de pirr zehmet e, gelek ked û xîret jê re divê.”
ji bo xelata wêrekiyê jî ew dibêje, “Ji bo min ev ne serketineke şexsî ye. Divê mirov weke serketineke rojnamevaniya Kurd lê binihêre. Xelat ji bo piştgiriya navneteweyî ya jinan jî pirr muhim e. Maria gava ku li dijî zêhniyeta mêrserwer rojnamevanî dikir hat qetilkirin. Em hewl didin da ku baweriyên van jinên bexwedêr bimînin.”