Malbatên şehîdên Enfalê, bi boneya salvegera 28’an a Enfalkirina şêniyên 14 gundên herêma Xalxalanê ku tê de hezar û 500 welatî bi destê rêjîma Baasê hatin kuştin, doh merasîmek li herêmê organîze kir.


‘Rojava berdewama berxwedana şehîdên Enfalê ye’

Di merasîman de malbatên şehîdên enfalê û gelek mêvanên ji hêzên siyasî yên cuda amede bûn. Di merasîmê de ji bo Kantona Kobanê, Şengalê û fermandarê hêzên pêşmergeyan ê Kerkûkê Westa Resûl, xelat hate dayîn. 

Xelata Kobanê ji aliyê Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Başûrê Kurdistanê Şêrzad Yezîdî ve hat girtin. Yezîdî di girtina xelatê de axivî û got: “Rojava tola şehîdên Enfalê ji rêjîma Baasê hilanî, Şoreşa Rojava dewama berxwedana şehîdên Enfalê ye.”

Li ser xelatê ev yek hatibû nivîsîn “Ji bo berxwedana  Kobanê: Diyarî ji bo berxwedan û wefedariya we bi ax û welat re”.

Di merasîmê de gelek stranên niştimanî yên hunermendên Başûrê Kurdistanê yên derbarê Rojava de hatin pêşkeşkirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û şervanên YPG/YPJ’ê hatin gotin. 


 ANHA/SILÊMANÎ