
Dewleta Elmanyayê dayîna Xelata Beethoven erê dike. Bi vê xelatê mijarên wekî mafên mirovan, aştî, azadî, newekheviya dahatûyê derdixin pêş. Îsal piyanîst Fazil Say layîqê vê xelatê hatiye dîtin û meha pêşiya me bi merasîmekê dê xelatê bidin wî. Fazil Say di şevê de wê strana “Kara Toprak” a Aşik Veysel bi piyanoyê pêşkêş bike. Hat gotin ku muzîkarên ciwan ên ji Sûriyê û hunermendên klasîk yên ji Filistînê jî di merasimê de wê berhemên Fazil Say pêşkêşî mêvanan bikin.
Xelata Akademiya Beethoven li dinyayê yek ji xelatên bi qedr û qîmet a muzîkê ye.
KOLN