Koma xwendekarên ji Herêma Kurdistanê di Olîmpiyada Zanista Ciwan a Navneteweyî (IJSO) ya 16´an de xelata sêyemîniyê bi projeya xwe wergirt. Olîmpiyada îsal li paytexta Qetarê Dohayê bû.

Ev xwendekarên hanê hemû di bin 15 salan de bûn. Ew li ser navê Kurdistanê beşdarî olîmpiyadê bûn û gava madalyayên xwe wergirtin jî alaya Herêma Başûrê Kurdistanê hilgirtin. Ji 50 welatan 300 xwendekarên di bin 15 salan de beşdarî olîmpiyadê bûn. Olîmpiyada 2020´an wê li Elmanyayê çêbe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN