Ji bo lêkolînên Kurdî pêr êvarê li Zanîngeha Kurdistanê a li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, êdî Xelata Salane ya ji bo Lêkolînên Kurdî ya Hejar wê bê dayîn. Pêr êvarê ji bo danasîna vê xelatê li Zanîngeha Kurdistan a li Bajarê Sine yê li Rojhilat Kurdistanê merasîmek bi rê ve çû. Ev xelat wê salê carekê bê dayîn ji bo lêkolîna herî baş a li ser Kurd û Kurdistanê. Zimanê lêkolînê û neteweya lêkolîner di dayîna xelatê de ne muhim in. Instîtuya Kurdistannasî ya zanîngehê vê xelatê dide. Navê xelatê ji bo rûmeta Abdurehman Şarafkandi yê bi mexlesa xwe Hejar hatiye danîn. Hejar yek ji şairên fermî yên Komara Kurdistanê ya bi navend Mehabad bû. Ji bilî nasnameya wêjeya ya Hejar, nasnameyeke wî ya wergêrî û zimanzaniyê jî hebû.
SINE