Alîkarê Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Mûharrem Erbey di berfanbara 2009 de, di çarçoveya operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de hat girtin. Erbey hêjayê Xelata Ludovic-Trarieuxê hat dîtin.
Organîzetoran dan diyarkirin ku wan aji ber “berhemên wî, çalakiyên wî, an jî êşên wî, parastina mafê mirovan, mafê parastinê, parastina serdestiya hiqûqê û hemû hewl û têkoşîna wî ya li hemberî nijadperestî û nexweşbîniyê” hêjayê xelatê dîtiye.
Erbey, di nava 151 siyasetmedarên Kurd ên ku parlementer û şaredarên BDP’yî jî di nav de ne, yên ku ji 18’ê cotmeha 2008 ve li Amedê tên darizandin de cih digire. Ji ber destûra parastina bi Kurdî nayê dayîn, ev doz bloke bûye. Ev xelat di sala 1984’ê de hatiye amadekirin. Di nava kesên ku pêşî vê xelatê wergirtine de Nelson Mandela jî heye. Dema ev xelat di 29’ê adara 1985’ê de hatibû dayîn, rojnameya Frensî Le Monde ev sernûçe bi kar anîbû; “Xelata Enstîtuya Mafê Mirovan dan parêzerê ji Efrîkaya Başûr.” Wê demê Mandela nebibû serok û 23 sal bûn di girtîgehê de. 

PARÎS