Malala ku navê wê ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê dihat bilêvkirin, ji bo xelata Sakrahavor PE 2013 werbigire, ji bo merasîma 20’ê Mijdarê ya li Strasboûrgê hat vexwendin.
Ji bo xelata Sakharov navê Edward Snowden ê Emerîkî yê bernmaeyên sîxuriyê yên DYE kifş kiribû û mûxalîfên li Rûsya Spî girtîne derbas dibû. Lê belê Parlamenta Ewropayê ji bo xelatê Malala hilbijart.
Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov ji sala 1988’an û vir ve ji bo kes an jî rêxistinên di rêya mafên mirovan û azadiya ramanê de têdikoşin tê dayîn. Xelat ji 50 hezar euroyî pêk tê.
STRASBOÛRG