Navenda Şopedarên Rojê ya Çandê, xelatên pêşbirka Şehîd Eylûl a baştirîn wêne dan.
Navenda Şopdarên Rojê ya Çandê di 1’ê Adarê de pêşbirka Şehîd Eylûl a baştirîn wêneyan ku wê li dar bixin ragihandibû û di 1’ê Gulanê de girtina wêneyan ji kesên ku dixwestin beşdarî pêşbirkê bibin, bi dawî bû. 22 rojnamevan û wênegirên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 24 wêneyan ji bo pêşbirkê hatin qebûlkirin. Pêşbirk li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna bi dehan rojnemevanan û wênegiran hat lidarxisin.
Xelata şehîd Eylûl ji bo wêneyê herî baş li kesên ku hêjayî xelatê hatin dîtin, hat belavkirin. Xelata yekemîn bû para wênegir Ebdulîlah. Rojnamevan Beraa Mustefa jî bû duyemîn. Xelata sêyem jî nûçegihan Basil Reşîd wergirt.
ANHA/ QAMIŞLO