Dengê Viyan Peyman
Derhênerê Kurd ê filma ‘Zewî Winbûwan(Yên Xaka Xwe Windakirin)’ Hewraz Mihemed der barê filma xwe de wiha axivî: ”Ez bi kurtefilmekî tevlî festîvala filman a navneteweyî bûm. Di kurtefilma me de qala jiyana ciwanekî ji Kobanê, piştî şer çêdibe û gel penaber dibe, dike. Belê ev ciwan û hevalên xwe li bajar dimînin û parastina bajarê xwe dikin.
Her wiha min di kurtefilma xwe de dengê Viyan Peyman bikar aniye. Viyan Peyman ji ber şervanek leheng bû li Kobanê şer kir û dawiyê de şehîd bû. Ez di aliyê manewî de vî xelatî diyarî ruhê Viyan û hemû şehîdên ku di oxira xaka Kurdistanê de canê xwe dane, dikim.”
Viyan Peyman ji Rojhilatê Kurdistanê û şervana YPJ’ê bû. Di dema şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê di 6’ê Nîsana 2015’ê de li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.
POLA PIŞDERÎ/ROJNEWS/SILÊMANÎ